'Bi Newrozê re pêvajoya azadî û şoreşê destpê dike'
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel got, "Pêvajoya bi Newrozê re destpê dike, ji bo gelê Kurd pêvajoya çareserî, azadî û şoreşê ye."
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel got, "Pêvajoya bi Newrozê re destpê dike, ji bo gelê Kurd pêvajoya çareserî, azadî û şoreşê ye."
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel got, "Pêvajoya bi Newrozê re destpê dike, ji bo gelê Kurd pêvajoya çareserî, azadî û şoreşê ye. Di serî de azadiya Rêber Apo, avakirina sîstemeke demokratîk a xwe dispêre azadiya gelê me, biratî û wekheviya gelan, armanca bingehîn e."
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Cejna Newrozê ku roja azadî, têkoşîn, yekîtî û berxwedanê ya hemû gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn e, li tevahiya gelê Kurdistanê û hemû gelên ji vê kevneşopiyê bawer dikin, pîroz be!
Em Rêber Apo yê ku li Kurdistanê Newroz ji wateya xwe ya rastî vegeran, kevneşopiya bi hezaran salî rojane kir û veguherand ruhekî berxwedanê yê mezin silav dikin, Newroza Newrozê ji dil li Rêberê xwe pîroz dikin. Em hemû lehengên agirê Newrozê bi bedenên xwe re geş kirin û Newroz kirn Newroz, di kesayetiya Kawayê Hemdem rêhevalê xwe Mazlûm Dogan de bibîr tînin û soza xwe careke din dubare dikin ku em ê bîranînên wan di yekkirina agirê Newrozê bi azadiyê re, bidin jiyîn."
Fermandariyê ragihand ku li xaka Kurdistanê di tevahiya rêveçûna dîrokê de gel li zilma hêzên mêtînger rast hatiye û got, "Dikare were gotin ku dîroka Kurdistanê bi giranî bi dagirkeriya mêtîngeran, bi pêkanînên qirkirinê û li dijî van jî bi berxwedanên bi rûhê Newrozê derbas bûye. Tevî hemû kêmasiyan jî gelê Kurd teslîm nebûye, li ber xwe daye û baweriya xwe ya ji jiyana azad ti carî winda nekiriye. Lewma Newroz tê wateya vegera li nirxên azadiyê. Newroz navê parastina hebûna xwe, parastina nirxên civakî û neteweyî, dijderketina li her şêwe xeteriyan û beralîkirina van xeteriyan e. Di dîroka Kurdistanê de agirê Newrozê her tim weke agirê mizgîniya serketinê geş bûye. Ji ber vê yekê gelê Kurd gelekî Newrozê ye; gelê Kurd xwe di agirê Newrozê de afirandiye û bi vî rengî hebûn, yekîtî û rêxistinbûyîna xwe li ser vê xaka pîroz mayînde kiriye."
'PKK PARTIYEKE NEWROZÊ YE'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî ku Rêber Apo di rojeke Newrozê de starta Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê da, Newroz ji bo gelê Kurdistanê êdî ne tenê weke rojeke kevneşop ma, di heman demê de bû roja vegera li cehwerî, israra di berxwedan û azadiyê de" û ev xal hat destnîşankirin:
"Bi derketina PKK'ê re, agirên Newrozê her tim weke agirê mizgîniya serketinê bilind û geş bûne; Newroz bûye wateya vegera li azadî û nirxên Kurdistanî. Lewma gelê Kurd bûye gelê Newrozê, PKK jî bûye partiya Newrozê.
Her Newroza di dîroka me ya têkoşînê de dewam kiriye, ji pêngav û demên berxwedanê yên nû re malovanî kiriye. Di Newroza 2013'an de bi deklarasyona dîrokî ya Rêberê me re starta 'Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' hatiye dayîn û yek ji xelekên bingehîn ên pêvajoya dîrokî ya îro hatiye destnîşankirin. Bi berxwedan û têkoşîna gelê me, bi taybetî jî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê re, pêvajoya şoreşgerî ya li Rojavayê Kurdistanê di hevsengiyên nû yên herêma Rojhilata Navîn de gelê Kurd gihandiye cihekî girîng. Weke encameke vê pêşketinê, mercên muzakereya demokratîk a roja îro derketine holê. Ev yek bêguman rastiyeke ku bi keda mezin a Rêber Apo, berxwedana şehîdên me yên leheng û fedekariya gelê me û hêzên demokrasiyê ye. Gelekî girîng e ku hemû derdor vê encamê rast binirxînin û bi berpirsyariyên vê rabin."
'EM NEWROZA 2015'AN JI HER DEMÊ BÊHTIR BI HÊZ PÊŞWAZÎ DIKIN'
Fermandariyê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze Newroza 2015'an veguherîne hêzeke pêngavî ya nû û got, "Aşkera ye ku destpêkirina pêvajoya muzakereya demokratîk û ev pêvajoya perspektîfa çareseriyê ya destûra bingehînî esas digire, gelekî bi qîmet û watedar e. Bêguman tevgera me ya azadiyê û gerîlayên Kurdistanê, wê bikevin nava pozîsyoneke li gorî van hewldanên çareseriyê û pêngavî yên Rêbertiya me, ji bo serketina pêvajoyê berpirsyariyên xwe bicih bînin, lê belê li hemberî polîtîka û helwestên berevajî ruhê pêvajoyê, wê hemû amadekariyên pêwîst bikin. Wê di nava pozîsyon û helwestê de bin ku eger ev alternatîfa çareseriya destûra bingehîn neyê bicihanîn, bi pênaseya 'Şerê Gel ê Şoreşgerî' pêvajoyê veguherînin pêvajoyeke şoreşgerî.
Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê Newroza 2015'an ji her demê bêhtir bi hêz pêşwazî dikin û di wê rewşê de ne ku dikarin hemû wezîfeyên vîna siyasî destnîşan bike, bicih bînin. Bi taybetî pêvajoya ji nû ve avabûnê ya du salên dawî bi pêş ket, di nava HPG'ê de rê li ber mezinbûneke wesfî ya cidî vekir û di serî de ciwanên li Bakurê Kurdistanê hemû ciwanên Kurdistanê yên bi qîmet, di sala 2014'an de bi pêngava tevlîbûna li nava refên gerîla re gerîlayên Kurdistanê derbasî pêvajoyeke nû kirine. Hêzên Parastina Gel ku ji rewşa berê gelekî zêdetir ji aliyê hejmarî û wesfî ve bi pêş ketine, gihaştine wê astê ku destketî û nirxên gelê me li hemû parçeyan biparêzin. Hêzên me wê performans û rola xwe ya pêşeng a di têkoşîna li dijî belayê serê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê nîşan dan, ji niha û pê ve jî bi awayekî serketî bimeşînin. Di serî de Pêngava Azadkirina Şengalê, wê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi têkoşîneke bê navber re gelê me û nirxên gelan biparêzin û bi ruhê berxwedanê yê Newrozê re dersa pêwîst bidin çeteyan."
'PÊVAJOYA NÛ PÊVAJOYA AZADÎ Û ŞOREŞÊ YE'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêvajoya nû ya bi Newrozê re destpê dike ji bo gelê Kurdstanê pêvajoyeke çareserî, azadî û şoreşê ye" û daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Di serî de azadiya Rêber Apo, avakirina sîstemeke demokratîk a xwe dispêre azadiya gelê me, biratî û wekheviya gelan, armanca bingehîn e. Ev nebe, bi ti awayî guhertineke pozîsyonê nabe. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurdistanê yên şoreşger-welatparêz dikin, ku rola xwe ya mezin a di slaa 2014'an de bi tevlîbûna li nava refên gerîla ya bi ruhê fedaîtî lîstin, di sala 2015'an de jî vê helwesta xwe dewam bikin, ji bo bibin garantorê parastina nirxên demokratîk tevlî refên gerîla bibin.
Weke Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê, em Newroza 2015'an ku Newroza pêngaveke mezin a azadiyê ye li tevahiya gelê xwe yê welatparêz, li hemû gelên herêmê pîroz dikin û di têkoşîna Federasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk de serketinê dixwzin. Di serî de berxwedêrên Kobanê yên di nava şerekî germ de ne, hêzên parastinê yên Rojava û hemû hêzên parastinê yên li Şengalê û eniyên Başûrê Kurdistanê, em Newrozê li tevahiya lehengên azadiyê yên li her çar parçeyên Kurdistanê wezîfeya parastinê bicih tînin, hemû rêhevalên xwe yên enternasyonal, milîtan û sempatîzan3en di têkoşîna azadiyê de cih digirin pîroz dikin. Di meşa serketinê ya dîrokî de, di pêngava azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê de ji her kesî re serketinê dixwazin."