Îdîaya ku Newroza Wanê hatiye taloqkirin hat derewandin
Komîteya Amadekar a Newroza Wanê îdîayên der barê ku Newroza Wanê hatiye taloqkirin, derewand û ji bo tevlîbûna Newroza sibê pêk tê bang li gel kir.
Komîteya Amadekar a Newroza Wanê îdîayên der barê ku Newroza Wanê hatiye taloqkirin, derewand û ji bo tevlîbûna Newroza sibê pêk tê bang li gel kir.
Komîteya Amadekar a Newroza Wanê îdîayên der barê ku Newroza Wanê hatiye taloqkirin, derewand û ji bo tevlîbûna Newrozê bang li gel kir.
Rêxistinên HDP-BDP’ê yên Wanê û Komîteya Amadekar a Newroza 2015’an îdîayên der barê ku Newroza sibê wê bê taloqkirin de daxuyaniyek dan û îdîa derewandin.
Di daxuyaniya ku li ber avahiya HDP’a navendê hatiye dayîn de Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Fadil Bariştiran, rêxistinên HDP, DBP’ê ya Wanê, Hevşaredara Îpekyolê Aygul Bîdav û gel tevlî bûn.
BANGA TEVLÎBÛNÊ
Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Bariştiran axivî û diyar kir ku hinek alî bi zanebûn nûçeyên der barê ku Newroza sibê ya Wanê taloqî roj Yekşemê bûye diweşînin. Bariştiran bang li hemû gelê Wanê kir ku sibê tevlî Newroza Wanê bibin û bang li gel kir ku li dijî van nûçeyan hestiyar bin.
Piştî daxuyaniyê li Cadeya Cumhuriyet û Maraşê belavok hatin belavkirin û gel dawetî Newrozê hat kirin.