Di encama operasyon û çalakiyên YPG/YPJ'ê de li Kantona Cizîrê li herêma Til Temirê 4 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Di pevçûnên duh bi şev ên li derdora Til Temir û Til Hemîsê de herî kêm 20 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku êrîşên komên çete yên li xeta başûrê Til Hemîs-Til Berakê hatin şikandin û li rojavayê Til Temirê jî li hemberî komên çete operasyonek hatiye lidarxistin.
4 GUNDÊN TIL TEMIRÊ HATIN PAQIJIRIN: 17 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî çeteyên xwe li qada di navbera bajarokê Alya û gundê Menacir ê ser bi Til Temirê bicih kiribûn operasyonek pêk anîn û got, "Operasyon li 4 nuqteyên cuda bi awayekî hemwext pêk hat. Hêzên me piştî pevçûnên dijwar gundên Nufeliye Heccaciye, Nufeliya Tifêhîn, Biêrîn û Meşru'e Gergera yên 8 km li bakurê bajarokê Alya û 7 km li rojavayê gundê Menacir, ji çeteyan paqijkirin.
Di pevçûnên li vê qadê de bi qasî hatiye zelalkirin 16 endamê çeteyan hatine kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser 1 wesaîta pick-up, 1 doçka 12,5 mm, 2 roketavêja B7, 1 BKC, 3 kleş û gelek cebilxaneya van çekan. 10 termê çeteyan jî di bin kontrola hêzên me de ye."
Navendê diyar kir ku komên çeteyan di heman şevê de hewl dan êrîşî nuqteyeke 10 km li bakurê Alya bikin û destnîşan kir ku piştî destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê pevçûneke demkurt qewimiye. Hat ragihandin ku li dû dayîna windahiyan çete neçar mane birevin û çeteyek tevî çeka xwe mirî hatiye girtin.
ÊRÎŞA BI WESAYÎTA BOMBEBARKIRÎ HAT ŞIKANDIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku komên çeteyan li du nuqteyên cuda yên bajarokên Til Hemîs û Til Berakê êrîş kirin û li nêzî gundê Zîne, bi wesayîta bombebarkirî hewl dan êrîşê pêk bînin. Navendê diyar kir ku wesayîta bombebarkirî ji dûr ve hatiye teqandin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
3 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li heman herêmê duh bi şev li hemberî nuqteyeke hêzên YPG/YPJ'ê êrîşeke çeteyan rû daye û di encama bersivdayîna tund de 3 çete hatine kuştin.