Li Munchenê mîtînga piştevaniya Serêkaniyê
Li Munchenê bi mîtîngekê re çeteyên DAIŞ'ê hatin protestokirin. Di mîtîngê de banga têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ'ê hat kirin.
Li Munchenê bi mîtîngekê re çeteyên DAIŞ'ê hatin protestokirin. Di mîtîngê de banga têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ'ê hat kirin.
Li bajarê Elmanya Munchenê, mîtînga piştevaniya Serêkaniyê hat lidarxistin.
Mîtînga li meydana Stachus ji aliyê PYD-Munchenê ve hat organîzekirin. Di mîtîngê de dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê" û "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qîrîn, belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.
Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê yên li hemberî Serêkaniyê û derdora wê ev sê roj in zêde bûne û banga hestyarî û têkoşîna hevpar hat kirin.