Li navendên Ewropayê çalakiyên edaletê
Çalakiyên edaletê yên piştî qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd li Parîsê destpê kirin, li Parîs, bajarê Elmanya Munchen, bajarê Hollanda Den Haag û bajarê Fransa Strasbourgê dewam kirin.
Çalakiyên edaletê yên piştî qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd li Parîsê destpê kirin, li Parîs, bajarê Elmanya Munchen, bajarê Hollanda Den Haag û bajarê Fransa Strasbourgê dewam kirin.
Di ser qetilkirina yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez re 2 sal û 3 meh derbas bûn. Ji bo ronîkirina hêzên li pişt komkujiyê, Kurdistanî mîna her Çarşemê vê hefteyê jî çalakiyên edalet û ronahiyê lidar xistin.
Kurdistanî û jinên endamên SKB bi vê armancê li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê hatin cem hev. Kurdistaniyan saet di 14:00 de bi rakirina wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez dest bi meşê kirin û bi qîrîna dirûşmeyan heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meşiyan.
Di meşê de li ser komkujiyê û xemsariya pirsîna hesabê komkujiyê de belavok hatin belavkirin. Li ber Buroya Enformasyonê jî ji bo bîranîna cangoriyan deqeyeke rêz hat girtin. Di axaftinên li ber buroyê de bal hat kişandin ser daxuyaniyên di nava hefteya dawî de li çapemeniyê tên weşandin û hat gotin, "Eger di nava MÎT'ê de hin yekîneyan ev komkujî organîze kirine, wê demê aşkera bikin ev kî ne." Çalakî bi qîrîna dirûşmên ji bo edaletê bi dawî bû.
DENG HAAG
Komkujiya Parîsê li bajarê Hollanda Den Haagê jî bi çalakiyekê hat lanetkirin. Di roja 853. de li ber parlamenta li Den Haagê bi pêşengiya Tevgera Jinê Kurdistaniyan edalet xwestin. Kurdistaniyên ku wêneyên her sê şoreşgeran vekirin, alên KJB'ê bilind kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, bi qîrîna dirûşmên bi zimanên Kurdî, Tirkî û Hollandî re xwestin, komkujiya Parîsê tavilê were ronîkirin.
MUNCHEN
Çalakiya edaletê li bajarê Elmanya Munchenê jî dewam kir. Mîna her Çarşemê duh jî Kurdistanî li ber Konsolosa Fransayê bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" çalakî pêk anîn. Di axaftinên li çalakiyê de komkujiya li Parîsê careke din hat lanetkirin. Her wiha êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengal û Serêkaniyê jî hatin şermezarkirin.
STRASBOURG
Ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê û aşkerakirina kiryaran, li bajarê Fransa Strasbourgê jî çalakiya "Em Edaletê dixwazin" hat lidarxistin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Kurdistanî saet di 15:00 de li ber Walîtiya Strasbourgê civiyan. Saziyên Dostên Kurdan jî destek dan çalakiyê. Di belavoka bi zimanê Fransî li vir hat xwendin de ji Fransayê hat xwestin ku berpirsyarê komkujiyê û hêzên li pişt komkujiyê ronî bike.