Li Torîno Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê hat avakirin

Welatparêzên Kurd ên li Navenda Çanda Kurd a Torîno hatin cem hev, ji bo bi xurtî tevlî hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê bibin, komîsyona hilbijartinê ava kirin.

Di daxuyaniya ji aliyê endamên Komîsyonê ve hat dayîn de hat ragihandin ku wezîfeya herî xwezayî ya her welatparêzî ye ku ji bo bersivê bidin pêşketinên civakî û siyasî yên li welêt û ji bo siyaseta demokratîk bi xurtî bimeşe, pirsgirêka benda hilbijartinê ji holê rakin. 

Komîsyona hilbijartinê ragihand ku wê di 29-30-31'ê Gulanê de wê li Îtalya deng were bikaranîn û ji Torîno ber bi Mîlanoyê wê bi vê armancê otobus were rakirin. 

Endamên komîsyonê diyar kirin ku heta roja dawî ew bi biryardariyeke mezin bixebitin û ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 29'ê Adarê ku parlamenter Hasîp Kaplan jî wê beşdar bibe, banga tevlîbûnê kirin.