'Meşa me xwedî peyameke stratejîk e'

Ji meşvanên 'Ji Ocalan re Azadî' Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz diyar kir ku bi meşê re ew dixwazin AKP û dewletê hişyar bikin û destnîşan kir, ku divê Ocalan ê ji bo aştiyê firsendên girîng pêşkêş kir, ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.

Ji meşvanên 'Ji Ocalan re Azadî' Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz diyar kir ku bi meşê re ew dixwazin AKP û dewletê hişyar bikin û destnîşan kir, ku divê Ocalan ê ji bo aştiyê firsendên girîng pêşkêş kir, ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Hevşaredara Qoserê Salman a ji Qoserê beşdarî meşê bû got, "Li cihekî Birêz Ocalan lê azad be, behsa aştiyeke rasteqîn û mayînde dikare bê kirin" û bang li AKP'ê kir ku gavê biavêje.

6 ROJ QEDIYAN

Meşa 'Ji Ocalan re Azadî' ya ji aliyê gelê Botanê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, şeş roj li dû xwe hiştin. Meşa bi beşdariya ji gelên cuda, rastî eleqeyeke mezin tê. Bi tevlîbûnên ji Mêrdîn re hejmara meşvanan zêde bû û korteja meşê giştî kîlometreyekê.

Ji meşvanan Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Hevşaredara Qoserê ya DBP'yî Leyla Salman, wate û bandora meşê vegotin.

'EM DEWLETÊ Û AKP'Ê HIŞYAR DIKIN'

Sariyldiz bibîr xist ku gel bi daxwaza azadiya Ocalan ber bi Amedê ve ketiye ser rê û anî ziman ku di rêveçûna meşê de ji navçeyên derdorê, herî dawî jî ji gelê Mêrdînê tevlîbûn çêbûye.

Sariyildiz diyar kir ku ji bo peyamee girîng a ji azadiya Ocalan ji raya giştî re ragihîne meşvan ketine ser rê û got, "Bi meşa xwe re em dixwazin dewlet û hikûmeta AKP'ê hişyar bikin. Ev peyameke stratejîk e. Gelê me bi daxwaza azadiya Rêber Apo dimeşe. Azadiya Birêz Ocalan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke bingehîn e."

'DAXWAZA ME NE TENÊ AZADIYA KESEKÎ YE'

Sariyildiz bal kişand ser kaosa li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê kaosê Ocalan ji bo felsefeya siyasetê xwedî pêşniyarên girîng e. Sariyildiz diyar kir ku Ocalan li ser bi mîlyonan Kurdî xwedî bandorekê ye û got, "Azadiya Birêz Ocalan hem li Rojhilata Navîn hem jî li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo pêkhatina aştiyê xwedî roleke diyarker e. Ya ku em li vir dixwazin ne tenê azadiya kesekî ye. Azadiya Birêz Ocalan wê were wateya bi dawî bûna komploya 16 sal in li hemberî gelên Rojhilata Navîn tê meşandin."

Sariyildiz ragihand ku di rê de ew li eleqeyeke zêde ya gel rast hatine û got, "Ji zarokan heta temedirêjên heyştê salî, gel meşvan hembêz kir. Ev eleqe nîşaneya daxwaza ji bo azadiya Birêz Ocalan e."

'MEŞA ENTERNASYONAL'

Sariyildiz diyar ku bi vê meşê re wan careke din dîtine ku azadiya Ocalan ne tenê daxwaza Kurdan e daxwaza hemû gelên Rojhilata Navîn e û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Di vê meşa me de hevalên me yên Suryanî, Azerî, Tirk û Ereb bi me re daxwaza azadiya Birêz Ocalan dikin. Lewma meşa me ne tenê bi beşdariya Kurdan pêk tê, xwedî taybetmendiyeke enternasyonal e. Çawa ku li Kobanê yekîtiyeke enternasyonal ava bû, ev meş jî bi yekîneyeke bi heman rengî ava bû û daxwaza azadiya Birêz Ocalan veguherî nuqteya hevpar a her kesî. Ev meş ji bo aştiya Anatolî û Mezopotamyayê gelekî girîng e. Birêz Ocalan di çarçoveya nirxên me yên hevpar de, merc û derfetên jiyaneke hevpar, azad û wekhev diafirîne."

'EM DIXWAZIN GIRÎNGIYA BIRÊZ OCALAN NÎŞANÎ CIVAKA TIRKIYEYÊ BIDIN'

Sariyildiz da xuyakirin ku Ocalan bi pêşdîtin û felsefeya xwe ya siyasî re ji bo aştiya Rojhilata Navîn firsendeke girîng pêşkêş kiriye û got, "Divê Birêz Ocalan di vê demê de li derve be. Eger li derve be em ê pirsgirêkên heyî yên herêmî çareser bikin. Bêyî ku bi deh hezaran mirovên din jiyana xwe ji dest bidin, em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Sariyildiz da zanîn ku ew dixwazin girîngiya Ocalan a ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê nîşanî civaka Tirkiyeyê bidin.

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz herî dawî diyar kir ku meşa wan bi dîsîplîn û rêxistinbûyîneke cidî dewam dike û destnîşan kir ku gel xwedî moral, vîn û biryardariyeke mezin e.

SALMAN: BIRÊZ OCALAN AZAD NEBE AŞTÎ MAYÎNDE NABE

Hevşaredara Qoserê ya DBP'yî Leyla Salman a ji Qoserê tevlî meşê bû da xuyakirin ku tevî êşên giran ên hatine kişandin jî gelê Kurd di aştî û biratiyê de israr dike.

Salman ku di şer de du xwişkên wê li nava refên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan, anî ziman ku weke siyasetmedarekê û miroveke êşên şer jiyaye, ji ber ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêya aştiya mayînde dibîne tevlî meşê bûye û got, "Meşa me meşeke aştiyê ye. Ji ber ku li cihekî Birêz Ocalan lê azad be, behsa aştiyeke rasteqîn û mayînde dikare bê kirin. Meşa me ji niha ve gihaştiye armanca xwe. Me daxwaza xwe nîşan dan. Li cihekî Birêz Ocalan lê ne azad be kes nikare behsa aştî û demokrasiyê bike. Ji ber vê yekê divê hikûmeta AKP'ê tavilê gavên pêwîst biavêje."