Êrîşên DAIŞ'ê li Qibris û Elmanyayê hatin protestokirin

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Serêkaniyê û Til Temirê, li bajarê Elmanya Stûttgart û li bajarê Qibris Lefkoşayê bi çalakiyan hatin protestokirin.

Li paytexta Qibris Lefkoşayê, komek ji Kurdan li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê civiya û çeteyên DAIŞ'ê protesto kir. Girseya gel bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Serêkaniyê û Til Temirê û bi qîrîna dirûşmeyan hêrsa xwe ya li hemberî çeteyan nîşan da. 

Dûre bi rêya heyetek ji sê kesan, çalakger bi rayedarên Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kirin û xwestin ku destekeke aktîf ji têkoşîna Kurdan a li hemberî DAIŞ'ê re bê dayîn Rayedaran jî diyar kirin ku ew ê vê nameya ji daxwazan, radestî meqamên payebilind ên Yekîtiya Ewropayê bikin. Çalakî piştre bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê jî Kurdên li meydana Schlossplatzê hatin cem hev, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Serêkaniyê û Til Temirê protesto kirin. Di çalakiya bi beşdariya ji du sed kesî de, hat destnîşankirin ku ew ê destûrê nedin çeteyên DAIŞ'ê ku li Til Temir û Serêkaniyê komkujiyuê bike û bang li her kesî kir ku di vî warî de bikevin nava tevgerê.

Di çalakiyê de ciwanan pankartek bi nivîsa "Sûriyeya Demokratîk, Kurdistana Xweser û Bijî Şoreşa Rojava!" ya bi zimanê Elmanî vekirn. Di dawiya mîtîngê de ji bo pîrozbahiya mezin a Newrozê ya 21'ê Adarê li Bonnê, banga beşdariyê hat kirin.