Hevserokatiya Kantona Cizîrê Newroz li gelan pîroz kir
Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê cejna Newrozê li hemû gelên Mezopotamyayê û cîhanê pîroz kir.
Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê cejna Newrozê li hemû gelên Mezopotamyayê û cîhanê pîroz kir.
Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê cejna Newrozê li hemû gelên Mezopotamyayê û cîhanê pîroz kir. Hevserokatiyê diyar kir ku Newroz roja yekîtiya gelên herêm li dijî zilm û desthilatdariyê bi rêbertiya Kawayê Hesinkar bû, îro jî serdemeke nû di yekîtî û biratiya gelan de li dijî dijminê gelan û avakirina civakeke demokratîk e.
Bi rasthatina cejna Newrozê ya gelên Mezopotamyayê, Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir.
Daxuyaniya hevserokatiyê wiha ye:
Gelê Kurd di 21’ê Adarê de cejna Newrozê pîroz dike. Ev cejn sembola berxwedan û azadiya gelên li ser erdê Mezopotamyayê dijîn e û wekî sersala nû û destpêka biharê ye.
Di vê rojê de gelên herêmê karibûn ku xwe ji bin nîrê zilm û desthilatdariyê bi rêbertiya Kawayê Hesinkar rizgar bikin û bi yekîtî û hevgirtinê serketinên mezin bi dest xistin. Ev roj ji bo hemû gelan sembolek e û hemû li gorî edet û taybetmendiyên xwe vê rojê pîroz dikin.
Newroz destpêka serdema vejîn û jiyana demokratîk û hevkariyê di navbera hemû gelên herêmê de ye. Piştre jî sîtemkarî û sîstemên desthilatdar hatin pêşxistin û gelên herêmê êş û azarên wê dikşîne. Van sîsteman gelek hemleyên qirkirin û pişaftinê li dijî çandên herêmê dane meşandin û li dijî gelên Kurd, Ermen, Suryan, Asûrî, Kildan û Êzîdiyan komkujî pêk anîn.
Piştî dîrokeke ji şaristaniya demokratîk dîsa jî nirxên mirovahiyê ji aliyê sîstemên desthilatdar hatin binpêkirin. Tevî vê yekê jî gelên herêmê berxwedana xwe dane domandin. Sembola berxwedana Newrozê her tim agir bû ku nunertiya ronahiyê li dijî hêzên tarî bû.
Beriya 33 salan me Kawayê Hesinkar ê nûjen Mazlûm Dogan nas kir û bi agirê canê xwe ruhê berxwedanê nû kir û jê jiyan afirand. Bi saya berxwedana Mazlûm Dogan roja gelê Kurd ji nû ve derket û piştre jî berxwedana şehîd Zekiye Alkan, Ronahî, Bêrîvan, Rahîşan û şehîdên rêya azadiyê rêya berxwedanê hate vejandin.
Dîrok xwe ji nû ve li ser erdê Rojavayê Kurdistanê dubare dike û gelên herêmê li ser rêya şehîdên wekî Şîlan, Sadiq, Xebat, Arîn Mîrkan, Avaşîn, Uqab El-Eswed û Kemal ku li dijî dijminên mirovahiyê û dûvikên Dehakê zalim li ber xwe dan, hevgirtina xwe xurt dikin. Her wiha serketineke mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku hemû nirxên mirovahiyê bin pê dikin, bi dest xwe xistin.
Niha serdemeke nû cara duyem destpê dike. Di vê serdemê de hemû gelên herêmê li dijî dijminê mirovahiyê hevgirtin û yekîtiya xwe ava dikin û civaka xwe ya demokratîk ava dikin. Berxwedana Rojava û serketina wê li dijî hêzên tarî diyariya herî mezin ji bo gelên me yên Mezopotamyayê, Rojhilata Navîn û cîhanê ye.
Bi rasthatina cejna Newrozê em roja hezkirin û aştiyê, roja xwezayê, roja jiyana nû ya gelên Kurd, Suryan, Kildan, Asûrî, Ereb, Çeçen û hemû pêkhateyên herêmê ku ji bo avakirina neteweya demokratîk têdikoşin, pîroz dikin.
Em berxwedana hêzên hevbeş li rojava, başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê silav dikin.
Em bi vê boneyê silavên taybet ji xwediyê felsefeya jiyana nû û bi rûmet re Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dişînin. Em bang li hemû hêzên cîhanê dikin ku ji bo hezkirin û aştiyê têbikoşin û Rêber Ocalan azad bikin.
Em bang li hemû gelên herêmê dikin ku li dijî êrîşên dijminên mirovahiyê destên xwe bidin hev û li ber xwe bidin û sembola avakirina civaka demokratîk bilind bikin.