Agirê Newrozê li her cihî gur dibe
Li navçeya Peyasa Amedê, Qamuşana Qersê û Kercosa Êlihê agirê Newrozê geş bû. Welatiyan li ber agirê Newrozê govend gerandin.
Li navçeya Peyasa Amedê, Qamuşana Qersê û Kercosa Êlihê agirê Newrozê geş bû. Welatiyan li ber agirê Newrozê govend gerandin.
Li navçeya Peyasa Amedê, Qamuşana Qersê û Kercosa Êlihê agirê Newrozê geş bû. Welatiyan li ber agirê Newrozê govend gerandin.
Li Taxa Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê welatiyan Newroza 2015'an li ber Mala Gel pîroz kir. Di pîrozbahiyê de pankarta "Bi ruhê berxwedana Şengal û Kobanê Newroz piroz be" û alên PKK, KCK'ê hatin vekirin. Rêxistinên DBP/HDP, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê navçeya Peyasê Ramazan Çelîk, Meclîsa taxa Diclekentê, Hevşaredarê DBP'a Peyasê Mehmet Alî Aydin û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de li dora agir govend gerandin û bi dirûşme, tilîlî, çepik û fîşekên hewayî Newroza 2015'an pîroz kirin.
QAMUŞAN
Li Qamuşanê ya Qersê bi tevlîbûna Parlamentera Qersê Mulkiye Bîrtane û gelek welatiyan li Qada Îstasyonê Newroz hat pîrozkirin. Parlamenter Mulkiye Bîrtane diyar kir ku ev Newroz wê bibe Newroza azadiya hemû gelan û wiha axivî: "Ev Newroz dê bide Newroza Ocalan, berxwedêrên zinadnan û hemû gelan." Piştî axaftina Bîrtane agirê Newrozê hat pêxistin. Hunermendên herêmî bi stranên xwe welatî çoşandin. Welatî li ser stranan govend gerandin. Pîrozbahî bi xwendina peyaman bi dawî bû.
Li navçeya Kercewsê ya Êlihê bi tevlîbûna gelek welatiyan Newroz hat pîrozkirin.
KERCOSÊ
Li navçeya Kercosê ya Êlihê cejna Newrozê bi tevlibûna gelek kesan li qada Newrozê hat pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel, Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi dehan kes di pîrozbahiyê de amade bûn. Şahî bi şîara "Bi jinên li Kobanê li ber xwe didin re em xwe bi rêxistin bikin û jiyana azad avabikin" hat lidarxistin. Li qada pîrozbahiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê, rengên kesk, sor û zer û pankarta li ser "Newroz pîroz be" hat daliqandin. Şahiya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Hevşaredarê Kercosê Abdulkerim Kaya axivî û anî ziman ku daxwaza wan ew e ku cejna azadiya gelê kurd bi ruhê Newrozê pîroz bikin û li qadan bin.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku hêviya wan ew e ku Newroza 2015'an bibe nîşaneya aştî û azadiyê. Akat anî ziman ku bi saya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû gel ber bi azadiyê ve dimeşin.
Piştî agirê Newrozê hat pêxistin Koma Navenda Çanda Şehîd Mizgîn bi stranên xwe coşa Newrozê gihandin asta herî bilind. Welatiyê tevlî pîrozbahîyê bûn li ber stranan govend gerandin.