Meşvanên 'Ji Ocalan re Azadî' gihiştin Mêrdînê

Meşvanên 'Ji Ocalan re Azadî' yên ji Cizîrê ber bi Amedê ve dimeşin gihiştin Mêrdînê

Meşvanên 'Ji Ocalan re Azadî' gihiştin Mêrdînê. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê di nav heyeta pêşwazîkirina meşvanan de cih girt got, "Zîhniyeta Birêz Ocalan kir zîndanê helbet wê rojekê mehkûm bibe.” Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag jî got, "Azadiya Birêz Ocalan azadî û rizgariya tevayî gelan e.”

Meşa bi şîara “Ji Ocalan re Azadî” ya ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê destpê kir di roja 5’emîn de didome. Meşvanên gihiştin Mêrdînê, li ser rêya Qoserê ji aliyê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay û Ahmet Turk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim, Parlamentera Wanê ya HDP’ê Aysel Tûglûk Hevserokên Rêxistinên DBP û HDP’ê û gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin.  Kesên hatin pêşwazîkirinê heta sînorê bajêr ê Mêrdînê li rex meşvanan meşiyan.

Piştî meşê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk got ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd timî hesasiyeteke mezin nîşan daye û got, “Îro pêwîst e êdî Birêz Ocalan azad bibe… Zîhniyeta Birêz Ocalan kir zîndanê helbet wê rojekê mehkûm bibe.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag jî got, "Azadiya Birêz Ocalan azadî û rizgariya tevayî gelan e.”