KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji Qereqola Mûseka dengê çekan
Hat diyarkirin ku ji Qereqola Mûseka ya li herêma Gerdiya ya Şemzînanê dengê çekan hatiye, helîkopterên ku daketine qereqolê çend kes li gel xwe girtine û rabûne. -
ÎHD: Bila Komkujiya Helepçeyê wek qirkirin bê nasîn
Serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî da zanîn ku Kurd bi dehan carî rastî komkujiyan hatine û divê Tirkiye komkujiyeke weke ya Helepçeyê wek ‘Roja Qirkirina Kurdan’ nas bike. -
HDP: Bila Komkujiya Helepçe weke 'Qirkirina Kurdan' bê qebûlkirin
HDP'ê, ji bo Komkujiya Helepçeyê weke "Qirkirina Kurdan" û 16'ê Adarê jî weke "Roja Bîranîna Qirkirina Kurdan" were naskirin, pêşniyar qanûnek pêşkêş kir. -
Şehîdên Helepçeyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin bîranîn
Şehîdên Helepçeyê, îro li Helepçeyê bi merasîmeke girseyî ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin bîranîn. Merasîma li gorî dema herêmê saet di 09:00 de destpê kir, li du cihên cuda pêk hat. -
Li Şengalê çeteyek hat kuştin
Di çalakiyên ku li Şengalê pêk hatin de çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin. -
Ji bo bîranîna Helepçeyê operasyon: 13 çete hatin kuştin
Gerîla û hêzên pêşmergeyan li Kerkukê ji bo bîranîna Komkujiya Helepçeyê operasyonek dan destpêkirin. Di operasyonê de gundên Wehdê, Xalid û Seedê hatin azadkirin û 13 çete hatin kuştin. -
HDP û KJA: Em Komkujiya Helepçeyê lanet dikin
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û KJA, qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê bibîr anîn û destnîşan kirin ku komkujiyan nekarîne pêşî li têkoşîna azadiyê ya Kurdan bigirin. -
Selanîk ê li Kobanê birîndar bû hat binçavkirin
Erkîn Selanîk ê ji bo beşdarî xebatên avakirinê bibe çû Kobanê û li wir birîndar bû, li nexweşxaneya Riha ya lê tedawî didît hat binçavkirin. -
Qurbaniyên Helepçeyê li Stockholmê hatin bîranîn
Qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê li Stockholmê hatin bîranîn. Di bîranînê de hat destnîşankirin ku Kurdan bi berxwedana Kobanê re nîşan dan ku wê êdî destûrê nedin qirkirinan. -
Komkujiya Helepçe li Kobanê hat bîranîn
Bi rasthatina 27’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê welatiyên Kobanê û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê bi deqeyeke rêzgirtinê komkujî bibîr anîn. -
Ji Danîmarkayê ji bo Kobanê alîkariya barê TIR'ekê hat şandin
Kurd û dostên wan ên li Danîmarkayê dijîn, alîkariya ji pêdiviyên kinc, pêlav û lihêfan li TIR'ê bar kirin û ji bo bigihînin Kobaniyan ji Pirsûsê re şandin. -
Bîranînên Helepçeyê destpê kirin
Bîranînên Helepçeyê yên îsal, li gorî dema herêmê saet di 09:00 de destpê kir. Bi hezaran kes li qada pişt bîrdariya komkujiyê Monîmentê civiyan û qurbaniyên komkujiyê bibîr tînin. -
Ji bo girtiyê nexweş Mehmet Meşe yê li ber mirinê ye bang
Hat ragihandin ku rewşa girtiyê nexweş Mehmet Meşe giran bûye û eger ji tedawiyê encam bi dest nekeve, xeterî heye ku jiyana xwe ji dest bide. TUHAD-DER'ê banga hestiyariyê li raya giştî kir. -
YXK û Ciwanên Azad: Jiyana bê Rêbertî êdî li me heram e
Ciwanên Azad û YXK'ê yên peyam şandin ji 1. Konferansa Ciwanên Demokratîk gotin, "Ruhê ciwantiyê yê ji vê konferansê derket holê, ji bo pêngava me ya 'kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn' a li Ewropayê me daye destpêkirin, çavkaniyeke mezin a hêzê ye." -
Li gelek navendan agirê Newrozê hat geşkirin
Li Mûş, Colemêrg, Gever, Bursa, Dêrîk û Rezanê agirê Newrozê hat geşkirin û bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
KNK: Ji bo jenosîdê bidin qebûlkirin, em bi hev re kar bikin
Konseya Rêveber a KNK'ê qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê bibîr anî û ji bo jenosîd li qada navneteweyî were qebûlkirin, bang li hêzên Kurdistanî kir ku di platformeke hevpar a weke Kongreya Neteweyî de bicivin û bibin xwedî yek deng. -
Rhawî: Ez bang li gelê Asûrî-Sûryanî dikim ku dengên xwe bidin HDP’ê
Nûnerê ESU Rhawî, diyar kir ku HDP ji bo kêmar û cudahiyan ewlehî ye û got: “HDP ji bo hemû gelên bindest û tine tên hesibandin hêvî ye." -
KCD û DBP'ê Komkujiya Helepçeyê lanet kirin
KCD û DBP'ê bi daxuyaniyekê, Komkujiya Helepçeyê lanet kirin û destnîşan kirin ku xurtkirina rêxistinbûna gelê Kurd wê pêşî li komkujiyan bigire. -
Li Qendîlê amadekariyên Newrozê didomin
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 21’ê Adarê ku li Qendîlê wê bê lidarxistin, amadekariyan destpê kir. -
Cenazeyê Ateş ê YPG’î şandin Gogsiyê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Îbrahîm Ateş (Mazlum Cûdî) ê li Kobanê birîndar bibû, anîn Rihayê û jiyana xwe ji dest da şandin Gogsî ya Erziromê. -
Kesê gef li mûxafazakaran xwar aşkera bû: Bulent Arinç
Navê siyasetmedarê ku gefê li mûxafazakarên li Kurdistanê dixwazin bi HDP'ê re tifaqê bikin xwar, derket holê. Siyasetmedarêkî Kurd ê ji ANF'ê re axivî û xwest navê wî veşartî be diyar kir ku Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç gef li wan xwariye. -
'DAIŞ'ê bi alîkarî dewleta Tirk êrîş kir; dîmen di destê me de ne'
Fermandara YPJ'ê ya Serêkaniyê Xemgîn diyar kir ku DAIŞ ji bo têkçûna xwe ya li Kobanê, Til Hemîs û Til Berakê binixumîne êrîşî Til Temir û Serêkaniyê kiriye û got, ku dîmenên alîkariya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê nîşan didin, di destê wan de hene. -
Meşa 'Ji Ocalan re azadî’ didome
Meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalah Ocalan di roja sêyemîn de di bin barîna baranê de didome. -
Li Helepçeyê "Şahidê Bêdeng"
Dem; 16'ê Adarê sala 1988. Saet; derdorê 11'an. Cİh; Helepçe. -
Gundên Wehdê, Xalid û Seedê hatin azadkirin
Gundên Wehdê, Xalid û Seedê yên navçeya Kerkûk Daqûqê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.