Ji bo bîranîna Helepçeyê operasyon: 13 çete hatin kuştin

Gerîla û hêzên pêşmergeyan li Kerkukê ji bo bîranîna Komkujiya Helepçeyê operasyonek dan destpêkirin. Di operasyonê de gundên Wehdê, Xalid û Seedê hatin azadkirin û 13 çete hatin kuştin.

Gerîla û hêzên pêşmergeyan li Kerkukê ji bo bîranîna Komkujiya Helepçeyê operasyonek dan destpêkirn. Di operasyonê de gundên Wehdê, Xalid û Seedê hatin azadkirin û 13 çete hatin kuştin.

Fermandariya HPG’ê ya Kerkukê diyar kir ku ji bo bîranîna 27’emîn salvegera Komkujiya Helepçeyê gerîlayên HPG-YJA Starê û pêşmergeyan li Kerkukê operasyonek hevpar pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayên HPG-YJA Starê û pêşmergeyan li navçeya Daqûq a Kerkukê li dijî gundên Wehdê, Xalid û Seedê operasyonek hevpar dane destpêkirin û got: “Ev operasyon di 16’ê Adarê de saet di 5’an de bi êrîşa balafirên koalîsyonê re ligel çekên giran bi êrîşên giran hatiye domandin û gundên Wehdê, Xalid û Seedê hatin rizgarkirin. Cih bi cih pevçûn hatin jiyîn û di demeke kurt de ev gund ji çeteyan hatiye rizgarkirin, çete neçar man birevin. Di vê operasyonê de li gundê Wehde 7, li gundê Xalid û Seedê 6 bi giştî cesedên 13 çeteyan hatiye dîtin.”