ÎHD: Bila Komkujiya Helepçeyê wek qirkirin bê nasîn

Serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî da zanîn ku Kurd bi dehan carî rastî komkujiyan hatine û divê Tirkiye komkujiyeke weke ya Helepçeyê wek ‘Roja Qirkirina Kurdan’ nas bike.

ÎHD’a Amedê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyek da. Serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî da zanîn ku Kurd bi dehan carî rastî komkujiyan hatine û divê Tirkiye komkujiyeke weke ya Helepçeyê wek ‘Roja Qirkirina Kurdan’ nas bike.

Salvegera Komkujiya Helepçeyê ku di sala 1988’an de ji aliyê Rejîma Saddam Huseyîn ve pêk hat, bi daxuyaniyek çapemeniyê ji aliyê ÎHD’ê ve hat bibîranîn. Daxuyanî li avahiya komeleyê pêk hat û Serokê ÎHD’ê Racî Bîlîcî, gelek rêveberên şaxê û rojnameger tevlî bûn.

Racî Bîlîcî daxuyanî xwend û diyar kir ku hê êşa Helepçeyê kêm nebûye, gelê Kurd li Rojava û Şengalê bi komkujiyên nû yên DAIŞ’ê re rû bi rû ye. Bîlîcî da zanîn ku Iraq, Swêd, Norwêc û Îngîlîstanê berê Komkujiya Helepçeyê wek qirkirin nas kiribûn û got divê Tirkiye jî vê komkujiyê wek qirkirin nas bike 16’ê Adarê wek ‘Roja qirkirina Kurdan’ îlan bike.

12 HEZAR KESÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Bîlîcî got ku operasyona Enfalê ji 29’ê Adara 1987’an destpê kiriye û heta 23’ê Nîsana 1989’an berdewam kiriye û got: “Armanca operasyonê ev bû ku Kurdan ji Herêma Federal a Kurdistanê paqij bikin. Di Enfalê de di navbera 180-120 hezarî de kes mirin. Operasyona di 16’ê Adara 1988’an de destpê kir sê roja berdewam kir. Li Helepçeyê bi çekên kîmyewî 12 hezar kes mirin.”

TEHDÎD DIDOME

Bîlîcî wiha berdewam kir: “Bi êrîşên DAIŞ’ê re li Şengal û Rojava Kurd bi komkujiyên nû re rû bi rû ne. Hê êşa Helepçeyê kêm nebûye, çeteyên DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir û Kurdên Êzidî qirkirin. Bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran jinên Kurd wek kole hatin firotin û qetilkirin. DAIŞ’ê li dijî Kobanê jî êrîş pêk anî.

Bîlîcî got ku wan wek ÎHD biryar girtine ku 16’ê Adarê wek Roja Qirkirina Kurdan îlan dikin û ew ji Komara Tirk jî vê dixwazin.