Bîranînên Helepçeyê destpê kirin

Bîranînên Helepçeyê yên îsal, li gorî dema herêmê saet di 09:00 de destpê kir. Bi hezaran kes li qada pişt bîrdariya komkujiyê Monîmentê civiyan û qurbaniyên komkujiyê bibîr tînin.

Bîranînên Helepçeyê yên îsal, li gorî dema herêmê saet di 09:00 de destpê kir. Bi hezaran kes li qada pişt bîrdariya komkujiyê Monîmentê civiyan û qurbaniyên komkujiyê bibîr tînin.

Merasîmên bîranîna Helepçeyiyên bi çeka kîmyewî ya rejîma Baas a bi lîderiya Saddam Huseyîn hatin qetilkirin, îsal mîna her salê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk tên. Girseya gel a danê sibehê ji gelek navendên Başûrê Kurdistanê bi rê ket, berê xwe da bajarê Helepçeyê.

Hevsera damezrînerê YNK'ê Celal Talabanî siyasetmedar Hero Îbrahîm Ahmed, Alîkarê Serokê Herêma Kuristanê Kûbat Talabanî, rayedarê KCK'ê Ferhan Amara, Serokê Partiya Sosyalîst Hemê Hecî Mehmûd, nûnerên gelelk partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û kesayet beşdarî merasîmê bûne.

Her wiha nûnerên Konsolosiyên Hollanda û Elmanyayê jî li merasîmê amade ne. Merasîma bîranînê dewam dike.