KCD û DBP'ê Komkujiya Helepçeyê lanet kirin

KCD û DBP'ê bi daxuyaniyekê, Komkujiya Helepçeyê lanet kirin û destnîşan kirin ku xurtkirina rêxistinbûna gelê Kurd wê pêşî li komkujiyan bigire.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi wesîleya salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku xurtbûna rêxistinbûyîna gelê Kurd wê pêşî li komkujiyan bigire.

KCD: BI DESTEKA HÊZÊN EMPERYAL HAT KIRIN

KCD'ê da xuyakirin ku beriya niha bi 27 salan rejîma mêtînger-faşîst a Iraqê qirkirineke mezin anî serê gelê Kurd û got, "Di 16'ê Adara 1988'an de rejîma faşîst dîktator a Saddam, li Helepçeyê li hemberî gelê Kurd bombeyên kîmyewî bikar anî û di encamê de pênc hezar Kurd hatin qetilkirin. Ev komkujî weke rûreşiyekê di dîroka mirovahiyê de cih girt." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev komkujî û qirkirinên li hemberî gelê Kurd hatine kirin her tim ji hêzên emperyal ên navneteweyî destek dîtine û ev xal hat destnîşankirin:

'BÊRÊXISTINÎ CESARETÊ DIDE QETLÎAMKARAN'

"Rewşa parçebûyî û bêrêxistinî ya gelê me, di pêkhatina komkujî û qirkirinan de, cesareteke mezin daye qetlîamkaran. Di berxwedana Kobanê de bi awayekî zelal hat dîtin û jiyîn; Rêberê hemdem-şoreşger yekîtî û parastina cewherî afirand û bi vî rewşa civaka rêxistinbûyî pêşî li komkujiyan hat girtin. Bi vî rengî gel dikarin bi awayekî ewle li pêşeroja xwe binêrin. Berxwedana Kobanê ji vî alî ve berxwedaneke destanî ye ku dersên girîng û mezin daye gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn."

DBP: CÎHAN BÊDENG MA

Di daxuyaniya ji aliyê DBP'ê hat dayîn de hat ragihandin ku Kurd li Agirî, Dêrsim, Helepçe û gelek cihên din rastî komkujiyan hatine û hat gotin, "Li hemberî van komkujiyan hîn bûye ku bi hêza rêxistinbûyî têbikoşe, li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yan jî qetlîamê, bi vî rengî li ber xwe daye."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gelemperiya cîhanê bi şêweyên cuda hesab ji hemû komkujiyan hatine pirsîn, lê belê gava Kurd bûne mijar, cîhan bêdeng bûye û hat destnîşankirin ku hesabê Komkujiya Helepçeyê ev 27 sal in hînê ji aliyê dewletê xwe weke "azadîparêz, demokrat" bi nav dikin ve nehatiye pirsîn.

Di daxuyaniyê de komkujî hat lanetkirin, mirovên jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û banga yekîtiya neteweyî hat kirin.