Rhawî: Ez bang li gelê Asûrî-Sûryanî dikim ku dengên xwe bidin HDP’ê
Nûnerê ESU Rhawî, diyar kir ku HDP ji bo kêmar û cudahiyan ewlehî ye û got: “HDP ji bo hemû gelên bindest û tine tên hesibandin hêvî ye."
Nûnerê ESU Rhawî, diyar kir ku HDP ji bo kêmar û cudahiyan ewlehî ye û got: “HDP ji bo hemû gelên bindest û tine tên hesibandin hêvî ye."
Nûnerê ESU Rhawî, diyar kir ku HDP ji bo kêmar û cudahiyan ewlehî ye û got: “HDP ji bo hemû gelên bindest û tine tên hesibandin hêvî ye.” Rhawî ji bo HDP’ê banga piştgiriyê kir û bal kişand ser tehdîda DAIŞ’ê. Rhawî got ku heta DAIŞ hebe wê xetereya komkujiyê bidome.
Nûnerê Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê (ESU) Elber Rhawî da zanîn ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk bên ji bo gel û baweriyên bindest derfeteke.
TIRKIYE BI SERKETINA HDP’Ê DIKARE BÊHNEK REHET BIGIRE
Rhawî destnîşan kir ku Tirkiye ancax piştî ku HDP bendê derbas bike dikare bêhnek rehet bigire û wiha berdewam kir: “Di dîrokê de her tim gelê Suryanî-Asûrî hatiye tinekirin. Ez zilma li Tirkiyeyê hat kirin ne tenê li ser Asûrî-Suryaniyan, li ser Kurdan, Ermenî, Laz, Çerkez û hemû gelan hat kirin. Li Tirkiyeyê yekem car platformek jiyana hevpar a bawerî dikarin xwe îfade dikin pêk hat. Ji ber vê jî em girîngiyê didin hilbijartinên 7’ê Hezîranê.
NUQTEYA HEVPAR YA GELAN HDP YE
Rhawî bi lêv kir ku HDP nuqteya hevpar a gelan e û wiha berdewam kir: “Yekem car bi HDP’ê re bi mirovan re baweriyek pêş ket. HDP ji bo gelên bindest û tine hatine hesibandin bûye hêviyek. Li her cihên ku em diçin welatî ji bo ku em parçeyekî vê platformê ne bi awayekî cuda li me dinêrin. Bi taybet jî gelê me yê Asûrî-Suryanî yê li Ewropayê dijî ji bo ku di vê platformê de xebatê dimeşîne gelek kêfxweşin.
Li gelek bajarên Ewropayê komîsyonên hilbijartinan xebatan dimeşînin û mal bi mal digerin bo HPD’ê dengan dixwazin. Ev hewldan ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, welatiyên wekhev û demokrasiyê tê kirin. Derbaskirina bendê ya HDP’ê tê wateya ku gelên bindest li meclîsê tên temsîlkirin.
Rhawî ji bo HDP’ê bang li gelê Asûrî û Suryanî kir ku dengan bidin.
Rhawî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî gundên Asûrî yên Xabûrê bibîr xist û got ku qirkirina di 1914-1940’an de destpê kirin bi DAIŞ’ê didome. Rhawî da zanîn ku ger YPG û hêzên mîlîs ên Asûrî-Suryanî pêşî li êrîşê negirtibana dibe ku bi hezaran kes bimira.
Rhawî got ku heta xetereya DAIŞ’ê hebe wê xetereya komkujiyê jî bidome