Meşa 'Ji Ocalan re azadî’ didome
Meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalah Ocalan di roja sêyemîn de di bin barîna baranê de didome.
Meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalah Ocalan di roja sêyemîn de di bin barîna baranê de didome.
Gelê Botanê meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ ya bi daxwa azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalah Ocalan ji Cizîrê dest pê kir û di Newroza Amedê de wê bi dawî bibe di bin barîna baranê de di roja 3'emîn de didome. Çalakger di saetên şevê gihiştin gundê
Qesirbelekê yê Nisêbînê. Çalakger ji aliyê welatiyan ve bi dirûşme û tilîliyan li malan hatin pêşwazîkirin. Welatiyên gund ji bo çalakgervan bûn seferber, di nava çalakgeran û welatiyên gund de der barê meşa dirêj de heya direngiya şevê sohbet hat kirin.
Çalakgeran di saetên serê sibehê de ji bo bikevin ser rê li qadê kom bûn û tevî hemû barana zêde dest bi meşa dirêj ya "Ji Ocalan re azadî" kirin.
Çalakvanan bi munasebeta salvegera komkujiya Helepçe çalakiyek bîranînê li dar xist. Di çalakiyê de ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat gitin. Piştî çalakiya bîranînê welatiyan bi dirûşmên "Biji Serok Apo" û tilîliyan tevî hemû barana zêde ketin li ser rê.