HDP û KJA: Em Komkujiya Helepçeyê lanet dikin
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û KJA, qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê bibîr anîn û destnîşan kirin ku komkujiyan nekarîne pêşî li têkoşîna azadiyê ya Kurdan bigirin.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û KJA, qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê bibîr anîn û destnîşan kirin ku komkujiyan nekarîne pêşî li têkoşîna azadiyê ya Kurdan bigirin.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û KJA, qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê bibîr anîn û destnîşan kirin ku komkujiyan nekarîne pêşî li têkoşîna azadiyê ya Kurdan bigirin.
HDP: TÊKOŞÎNA AZADIYÊ NEHAT QELSKIRIN
HDP'ê di peyama xwe de diyar kir ku di 16'ê Adara 1988'an de Rêveberiya Baas û Saddam a Iraqê bi çekên kîmyewî û biyolojîk bi hezaran jin, zarok, extiyar û ciwanên Kurd ên Helepçeyî qetil kirin û got, "Rêveberiya Baasê ya ku gelek caran bi çekê bi ser daxwaza azadî, maf û wekheviyê ya Kurdan ve çû, bi vê êrîşa xwe re bi navê qetlîamkar di dîroka mirovahiyê de cih girt."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komkujiyê nekarî têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê Kurd qels bike û hat gotin, "Gelên Rojava yên îro li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyên kantonan ava kirin, zext û hewldanên tinehesibandinê yên rejîma Baas a li Sûriyeyê û barbarî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê têk birin, têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê gihandin qonaxeke nû."
KOMKUJIYA BEYAZIT
HDP'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser Komkujiya Beyazitê jî û got, "Di 16'ê Adara 1978'an de li ber Zanîngeha Stenbolê, di êrîşa bombeyî ya kontrgerîla û faşîstên sivîl de 7 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan, 41 xwendekar birîndar bûn. Ev komkujî bi destek û piştevaniya şefên polîsan ên wê demê ve ku hînê li ser kar in, hat kirin."
KJA: ROJA RÛ BI RÛ BÛNÊ YA MIROVAHIYÊ
Di daxuyaniya KJA de jî wiha hat gotin, "Tevahiya mirovahiyê li komkujiyên li Dêrsim, Zîlan, Helepçe, Qamişlo, Roboskî û Şengalê bi awayekî zindî temaşe kir û bi vî rengî mirovahiyê wijdanê xwe winda kir. Divê mirovahî roja 16'ê Adara 1988'an weke roja rû bi rû bûna bi dîroka xwe re, bibîne.
Di Komkujiya Helepçeyê de ku mezintirîn komkujiya dîroka mirovahiyê ye 12 hezar mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Rû bi rû bûna bi hemû komkujiyan re weke wezîfeyeke mirovahiyê li pêşiya me ye."
Di daxuyaniyê de komkujî hat lanetkirin û mirovên jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.