HDP: Bila Komkujiya Helepçe weke 'Qirkirina Kurdan' bê qebûlkirin
HDP'ê, ji bo Komkujiya Helepçeyê weke "Qirkirina Kurdan" û 16'ê Adarê jî weke "Roja Bîranîna Qirkirina Kurdan" were naskirin, pêşniyar qanûnek pêşkêş kir.
HDP'ê, ji bo Komkujiya Helepçeyê weke "Qirkirina Kurdan" û 16'ê Adarê jî weke "Roja Bîranîna Qirkirina Kurdan" were naskirin, pêşniyar qanûnek pêşkêş kir.
HDP'ê, ji bo Komkujiya Helepçeyê weke "Qirkirina Kurdan" û 16'ê Adarê jî weke "Roja Bîranîna Qirkirina Kurdan" were naskirin, pêşniyar qanûnek pêşkêş kir. Di pêşniyarê de hat gotin, "Ev êrîşên kîmyewî yên heta roja îro rê li ber mirina 43 hezar 753 kesî, seqetmayîna 61 hezar 200 kesî vekir, yek ji trajediyên mezin ên mirovahiyê ye."
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş ji bo Komkujiya Helepçeyê weke "Qirkirina Kurdan" û 16'ê Adarê jî weke "Roja Bîranîna Qirkirina Kurdan" were naskirin, pêşniyar qanûnek pêşkêş kir.
'XWESTIN GELÊ KURD BIQEDÎNIN'
Aktaş di sedema pêşniyar qanûnê de diyar kir ku Komkujiya Helepçeyê xeleka dawî ya rêze komkujiyên rejîma nîjadperest a Baas a bi navê 'Tevgera Enfalê' ye û destnîşan kir ku Komkujiya Helepçeyê bi plan û xwedî armancekê hatiye kirin. Aktaş got, "Armanca rejîma Baasê, derxistina gelê qedîm gelê Kurd ji cih û warên xwe, yanî qedandina gelê Kurd bû. Lewma ev êrîş qirkirina gelê Kurd e. Rejîma Baasê, armanca xwe ya tinekirina Kurdan bi navê 'Tevgera Enfalê' bi rêk û pêk meşandiye. Di Tevgera Enfalê de 4 hezar 500 gund hatine şewitandin, ji mirovan hatine xalîkirin û 180 hezar Kurd hatine qetilkirin."
'MEZINTIRÎN TRAJEDÎ Û SÛCÊ QIRKIRINÊ YÊ CÎHANÊ'
Aktaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Rejîma Baas a bi rêveberiya Saddam Huseyîn li pêş çavê tevahiya welat û dewletên cîhanê, di 16'ê Adara 1988'an de dest bi êrîşên hewayî kir, di êrîşên 3 rojan de bi çekên kîmyewî bajarokê Helepçeyê û derdora wê bombebaran kiriye û di encamê de piraniya wan jin û zarok 12 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, 14 hezar 765 kes bi giranî birîndar bûne. Ev êrîşên kîmyewî ku tê texmînkirin heta roja me ya îro bûne sedema mirina 43 hezar 753 kesî, seqetmayîna 61 hezar 200 kesî, yek ji mezintirîn trajediyên mirovahiyê ye."
Aktaş da xuyakirin ku diyar kir ku ev sûcên rejîma Saddam Huseyîn kiriye sûcê qirkirinê ye û da zanîn ku di 1'ê Adara 2010'an de Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê Komkujiya Helepçeyê weke "qirkirin" pênase kiriye, piştî vê biryarê jî Parlamenta Iraqê, Parlamenta Kurd a Herêmî, parlamentên Norwêc, Swêd û Îngilîstanê qebûl kirine ku ev komkujî qirkirineke rêk û pêk e.