Ji bo girtiyê nexweş Mehmet Meşe yê li ber mirinê ye bang

Hat ragihandin ku rewşa girtiyê nexweş Mehmet Meşe giran bûye û eger ji tedawiyê encam bi dest nekeve, xeterî heye ku jiyana xwe ji dest bide. TUHAD-DER'ê banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Hat ragihandin ku rewşa girtiyê nexweş Mehmet Meşe giran bûye û eger ji tedawiyê encam bi dest nekeve, xeterî heye ku jiyana xwe ji dest bide. Serokê TUHAD-DER Şaxê Sêrtê Ekîncî got, "Em naxwazin ji girtîgehê cenaze derkeve" û xwest Meşe were berdan. Ekîncî banga hişyarî Û hestiyariyê li raya giştî kir.

Girtiyên nexweş ên li girtîgehan, ku hikûmeta AKP dike mijara bazarê, bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne.

EGER JI TEDAWÊ ENCAM BI DEST NEKEVE...

Girtgiyê bi nexweşiya giran Mehmet Meşe ku dema li Girtîgeha Sêrtê bû ji bo rapora Saziya Tipa Edlî ew şandin Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Sîncanê ya Enqereyê, hat ragihandin ku eger ji tedawiyê encamek bi dest nekeve, xeterî heye ku emrê wî kurt be.

Mehmet Meşe ê 66 salî yê ji navçeya Şirnex Cizîrê, teşhîsa kansera pişikê lê hatibû kirin. Li gorî agahiyan Meşe wê tedawiya kemoterapî bibîne û eger jê encamek bi dest nekeve, jiyana wê wê bikeve xeteriyê.

'EM NAXWAZIN CAREKE DIN CENAZE JI GIRTÎGEHÊ DERKEVE'

Serokê TUHAD-DER Şaxê Sêrtê Hakîm Ekîncî got, "Hînê berî çend roja Kulîng Sevîlgen ê ji Girtîgeha Sêrtê sirgûnê Girtîgeha Bandirmayê hat kirin, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Kekê Kûlîng Sevîlgen Haci Abdûllah Sevîlgen ê nikarîbû vê êşê rake, jiyana xwe ji dest da. Em naxwazin careek din cenaze ji girtîgehê derkeve. Em dixwazin cezayê rêhevalê me Mehmet Meşe bê rawestandin û tavilê bê berdan."

Ekîncî bibîr xist ku heta hestiyariyeke cidî neyê nîşan dan dewlet girtiyên nexweş bernade û bang li raya giştî kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş seferber bibe.