Navê siyasetmedarê ku gef li mûxafazakarên li Kurdistanê dixwazin bi HDP'ê re tifaqê bikin xwar, derket holê. Siyasetmedarekî Kurd ku ji ANF’ê re axivî û xwest navê wî veşarî bimîne, diyar kir ji ber saziyên mûxafazakar yên Kurdistanê erênî li HDP’ê dinêrin, ji aliyê Parlamenterê AKP’ê û Alîkarê Serokwezîr, Bulent Arinç ve hatine tehdîdkirin. Siyasetmedarê Kurd anî ziman ku Arinç bi komekê re hatiye Amedê û saziyên ku dixwazin bi HDP’ê re tifaqê bikin bi tehdîda ‘Ger HDP di van hilbijartinan de qezenc bike, beriya HDP’ê em ê berê xwe bidin we’ tehdîd kiriye.
BERIYA HDP’Ê EM Ê BERÊ XWE BIDIN WE!
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş tevlî bernameya Tarafsiz Bolge ya CNN Turk bû û di diyar kiribû ku muxafazakarên li Kurdistanê piştgiriyê didin HDP’ê ji aliyê rayedarekî payebilind ê AKP’ê ve rastî tehdîdan hatine û ev nasname bibû mijara meraqê. Siyasetmedarekî Kurd ji ANF’ê re axivî û nexwest navê xwe bide diyar kir ku kesên ku saziyên muxafazakar tehdîd kiriye Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç e. Siyasetmedar da zanîn di pêvajoyeke ku saziyên muxafazakar hewl didin bi HDP’ê re bikevin nava tifaqê de, Arinç bi komeka ligel xwe, ev saziyan tehdîd kiriye. Siyasetmedarê Kurd got: “Arinç bi aşkera gotiye ku ger hûn di van hilbijartinan de dengan bidin HDP’ê û ger HDP qezenc bike em ê beriya HDP’ê berê xwe bidin we. Ji wî dipirsin ku ev tê wateyê? Ew jî dibêje roja bê hûnê bibînin. Ji ber vê tehdîdê hinek sazî ketine nava fikaran. Ev tehdîd ji parlamenterên HDP’ê re ragihandine. Wan jî gotiye ku em ê vê mijarê ji AKP’ê re ragihînin.”
GOT, EM TÊN TEHDÎDKIRIN, LÊ BI XWE TEHDÎD KIR
Bulent Arinçê ku derdikeve kîjan bernameya televîzyonê Selahattîn Demîrtaş hedef nîşan dide herî dawî gotibû: “AKP’ê tehdîd neke. Pêvajoya çareseriyê wê zerarê bibîne, PKK wê îstîsmar bike. Kes wisa naxive, ev ji bo te cudahiyeke gelo? Ti kî yî? Ti bawerî derkeve, ne bawerî li gorî usula xwe di rêya xwe de berdewam dike. Lê wê hewesa wî di dilê wî de bimîne. Dibêje em ê ji sedî 15 bigirin, bila rêya te vekirîbe, de biçe em bibînin. Gelo di 15, an 12, 6’an an jî 1’ê de dimînî? Qad a we ye.”