Komkujiya Helepçe li Kobanê hat bîranîn

Bi rasthatina 27’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê welatiyên Kobanê û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê bi deqeyeke rêzgirtinê komkujî bibîr anîn.

Bi rasthatina 27’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê welatiyên Kobanê û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê bi deqeyeke rêzgirtinê komkujî bibîr anîn.

Di çarçoveya bibîranîna komkujiya Helebçeyê ku rêjîma Baas a Îraqê li dijî welatiyên Kurd pêk aniye û têde bêtirî 5 hezar sivîl bûne qurbanî, welatiyên herêma Kobanê û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê deqeyeke rêzgirtinê li ser rihê şehîdên Helebçeyê li pêşiya avahiya rêveberiyê saet di 11.00’an de rawestiyan. Di çalakiyê de Serokê Desteya Mafên Mirovan Hirço Şahîn, Serokê Desteya Edaletê Ewas Xelîl, Serokê Desteya Karûbarên Olî Mihemed Zahir, Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd, Seroka Desteya Jinan Welîde Umer û Serokê Desteya Aborî û Bazirganiyê Xelîl Berkir amade bûn.