Li Helepçeyê "Şahidê Bêdeng"

Dem; 16'ê Adarê sala 1988. Saet; derdorê 11'an. Cİh; Helepçe.

Dem; 16'ê Adarê sala 1988.  Saet; derdorê 11'an. Cİh; Helepçe. 

Balafirên şer ên artêşa Iraqê, bombeyên kîmyewî li ser Helepçeyê de barand. Bombebarana kîmyewî  3 roj dom kir. Di encama bombebaranê de, ku di nava wan de piranî zarok û jin bûn, 5 hezar kurd jiyana xwe ji dest dan, 6 hezar kes birîndar bûn, ewqas jî  ji ber çekên kîmyewî seqet man. Her wiha sewalên li herêmê hemû mirin. Giya û dar hişk bûn. Ji Helepçeyê şopên jiyanê yek bi yek winda bûn.

***

Dem; 21'ê Adarê  sal 1988.  Saet; derdorê 11'an.  Cih; Helepçe.

Rojnamevanên cîhanê li Helepçê ji komkujiyê re şahidî  dikirin.

Dema komkûjiyê Ramazan Ozturk li Îranê nûçegîhanê şerê Îran û Iraqê bû.  Di Adara sala 1988'an de dema ku agahiya komkujiya Helepçe digire, di 21ê Adarê de, ew û komek rojnemevan maske  û dermanê panjehriyê digirin, bi 2  balafiran derbasî Helepçe dibin û dibin yekem şahidên komkujiyê.
Ramazan Ozturk waha behsa wê rojê  û wê êşê dike.

"...Dema em hatin cîhê bûyerê 4 roj derbas bûbûn, lê ew hovitî bi hemû rengê  xwe hê zindî bû. Li navçe û gundê derdora helepçê, mirovan di encama bombebarana kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn. Min digot ku derveyî bajêr wiha gelo nava bajêr niha di kîjan rewşê de ye. Ditirsiyam. Dema em ketin bajêr, hemû kolan û derdor bi cesedên mirovan û ajalan tijî bûbû. Mirovek herî dilsar jî nikaribû li hember vê wehşetê bêdeng bimaya. Mûyê cane mirova dibû şûjin. Dema min fotograf dikişand ez digiriyam. Min digot xwedê tu carek din tiştek wiha nîşanî min nede... "

Lê ew bi israr li dîmenek bi taybet digere ku hemû mirovahî bi vê komkijiyê agahdar bike û dît.

"...Min digot ez bi fotografan çawa dikarim vê komkûjiyê bidim îfadekirin. Bi saniyan re em ketibûn pêşbirkê. Dema me tine bû. Balafirên Iraqê li ser me digeriyan. Di vê demê de ez rastî vî fotografê ku me wek ” şahidê bêdeng ”  binav kir hatim. Omer Hawar û kûrê wî. Li ber derî  bav kûr helmêz kiribû. Min got, ev e, fotografê ku komkûjiya Helepçê bi cîhanê  bide nasandin ev e. Û min dest bi kişandina fotografan kir. Wisa min dikişand ku eskeran bangî min dikir jî min dest jê bernedida.  Û min dewam dikir, wisa ku herî dawî hatin ketin milê min û min ji wê der dûrxistin."

Di çapameniya cîhanê de bi navê şahidê bêdeng ev fotograf hat weşandin. Bav û kur. Û ev foto şahidiya “komkûjiya kîmyewî ya Helepçê ”dikir.. 

Piştî ku ev fotograf hat weşandin rejima Baas diçe Helepçê, derî û pêpelûka ku Omer Hawar li ser jiyana xwe ji dest dayî xera dike..

Piştî ku ev foto di medya cîhanê de hat weşandin, Ramazan Ozturk ji  bo Fotografê xwe yê “şahidê bêdeng” xelat girt..

***

Piştî 21 salan 

Dem 18'ê Adara 2009'an, vê carê Dadgeha Bexdayê ya Cezayê Bilind. Saat derdorê 11'an..

Ramazan Ozturk li vê dadgehê şahid e. Li ber wî fotografên komkujiyê yên ku wî kişandiye û li hember wî, berpirsyarê komkujiyê Elî Hesen El Mecîd, bi nave din Kîmyasal Elî  li kursiyê sûcdariyê rûniştiye..

Ramazan Ozturk û makina xwe ya fotografan li wê dadgehê şahidî dikin. Fotografên komkujiyê yek bi yek di ekran de tên nîşandan..Saetek û 50 deqe li wêder dimîne. Bi heman makînê, fotografek Elî Kimyasal jî dikişîne. Piştî ku ji dadgehê derdikeve di hevpeyvînek de jê dipirsin tu natirsî, bersivek wiha dide..

"...Wê demê jî rayedarên balyozxaneya Iraqê yên Enkerê li min geriyan û min dawetê Iraqê kirin. Mebest ew bû ku min  bikişînin wê der û li wê der jî min hel bikin. Dema min qebûl nekir, demek şûnde li min geriyan û gotin; “wan nivîsên li ser kîmyasal nenivîse, em ê -çeka peran- a dewleta Iraqê bidin te  û tu li gor dilê xwe vê çekê tijî bike.” Min got ku hûn nivê Iraqê jî bidin min , ez qebûl nakim. Wek tê zanîn, telefon têne guhdarkirin dema ku min qebûl bikira ew ê min rezîl bikirina. Demek din ji MÎTê hin kes hatin gotin tu ji aliyê ajanên Iraqê  ve tê teqîpkirin. Min got wê demê min  biparêzin.. Anha jî ditirsim lê nabe ku ji bo dozek dîrokî ez şahidî nekim.."

Ramazan Ozturk, piştî  ku şahidiyê dike cardin derbasî Helepçe dibe û li vê derê sala 1988'an ji nûde dijî. 

Diçe serlêdana -Muzeya Komkujiya Helepçeyê- û li vê der bi merasîmek  makina fotografan ku  bi salan bû veşartibû diyariyî muzeya komkujiya Helepçê dike. 

Demek dirêj bû ku hikûmeta herêma Kurdistan ev makine jê dixwest lê wî nedida, li benda roja dadgeha Elî Hesen El Mecîd bû.

Ev makîne anha li muzeya komkujiyê li goşeyek taybet hatî bicîh kirin..

***

Ramazan Ozturk di serlêdana xweya Helepçeyê de rastî peykelvanêk tê yê ku fotografê şahidê Bêdeng wek Peykel çêkiriye. Û pirsa çima peykelê vî fotoyê ji wî dike, bersivek wiha digire. “bav ji bo parastina kurê xwe giraniya xwe dayî ser pêşoya derî ku zarok dibin giraniya wî de nemire.” 

Û dîsa li vê der çêroka jiyana Emer Hawar hîn dibe. 

Emer Hawar 7 keçên wî hebûnin. Daxwaza wî her dem ku kurek wî hebe. Û du kurên wî yên cewî çêdibin. Di komkujiyê de ji bo kurek xwe xelas bike heltine û ber bi derve bazdide.. Dayik jî dixwaze zarokên xwe bi komyona xwezîrê xwe xelas bike. Emer Hawar  bi tenê dikare hetanî ber deriyê nimaraya 47'an baz bide û li wê der jiyana xwe ji dest dide. Di bin Avahiya 47an de sixinak hebû. Negihîştê. Mirinê li ber derî pêşî li wan girt.