KNK: Ji bo jenosîdê bidin qebûlkirin, em bi hev re kar bikin

Konseya Rêveber a KNK'ê qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê bibîr anî û ji bo jenosîd li qada navneteweyî were qebûlkirin, bang li hêzên Kurdistanî kir ku di platformeke hevpar a weke Kongreya Neteweyî de bicivin û bibin xwedî yek deng.

Konseya Rêveber a KNK'ê qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê bibîr anî û ji bo jenosîd li qada navneteweyî were qebûlkirin, bang li hêzên Kurdistanî kir ku di platformeke hevpar a weke Kongreya Neteweyî de bicivin û bibin xwedî yek deng.

Konseya Rêveber a KNK'ê wesîleya salvegera 27. a Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku beriya niha bi 27 salan, di 16'ê Adara 1988'an de di encama êrîşa rejîma şovenîst a dagirker a Iraqê ya bi çekên kîmyewî de, li Helepçeyê nêzî 5 hezar zarok, jin, kal û pîrên bê guneh hatine qetilkirin û diyar kir ku bombebarana li Helepçeyê xelekek ji zincîra operasyonên Enfalê ya ji bo jinavbirin û tinekirina gelê Kurd û Kurdistanê bû.

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku di nava 4 salên operasyonên Enfalê de ji Behdînan heta Germiyanê zêdetirî 182.000 ji gelê sivîl ji aliyê rejîma Bees a Iraqê ve hatine qetilkirin.

'DADGEHÊN NAVNETEWEYÎ HÎNÊ JÎ JENOSÎDÊN LI KURDAN HATINE KIRIN, NAS NEKIRINE'

KNK'ê da zanîn ku ya li Helepçeyê qewimî mînakên herî mezin ên sûcên sedsala 20'an e û got, "Di nava çend saetan de nêzî 5 hezar Kurd hatin qetilkirin. Mixabin heta niha jî komkujî û qirkirinên li hemberî Kurdan hatine kirin, hînê li dadgehên navneteweyî weke jenosîdê nehatine nasandin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KNK'ê ragihand ku ji bo naskirina van jenosîdan gelek hewldan hatine kirin, lê belê bi tenê di çarçoveya mirovî de hatine qebûlkirin û nebûne keysên siyasî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewlet û civata navneteweyî nexwestine erkeke exlaqî û mirovî di vê mijarê de deynin ser milê xwe, ji ber ku dema bi awayekî fermî vî sûcî qebûl bikin divê bi giştî Kurdan nas bikin û gelên Kurdistanê biparêzin. 

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku mîna Helepçeyê karesata Şengalê ya roja îro bûye nasnameya mezlûmiyeta Kurdan û bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîn û berxwedana lehengî ya li hemberî van karesatan li Kobanê û Şengalê tê dayîn. 

KNK'ê diyar kir ku vê berxwedana hêzên Kurd û Kurdistanî ya li dijî teora DAIŞ'ê rê li ber destek û piştgiriya dewletên dinyayê vekiriye û ev yek jî ji bo xwegihandina armancên pîroz ên gelê Kurd deriyên berfireh vedike, derfetên mezin diafirinê.

BANGA KONGREYA NETEWEYÎ

KNK'ê da xuyakirin ku karê dîplomasiyê ji bo jenosîda bi serê Kurdan de hatiye li qada navnetewyî were naskirin, derfeteke zêrîn e û destnîşan kir, ku girîng e civaka Kurdistanî di platformekê de ya weke Kongreya Neteweyî li hev bicivin û wateyek hevpar bidin komkujî û jenosîdên bi serê Kurdan de hatine. 

KNK'ê ragihand ku eger Kurd bi yek dengî, yek armanc, stratejîk û vînê xwe nîşanî qada navneteweyî bidin, wê piştgiriyek derkeve holê û Kurd û Kurdistan çarenivîsa xwe bi dest bixe.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em Helepçeyê qet ji bîr nakîn, çawa me Dêrsim, Mehabad, Merîwan, Amûdê, Roboskî, Enfal bi giştî, cînosayida Barzaniyan, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî û Şengal û hemû komkujî yên din ên ku bi destê dagirkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin."

Konseya Rêveber a KNK'ê şehîdên Helepçeyê bi rêzdarî bibîr anî.