Li Qendîlê amadekariyên Newrozê didomin
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 21’ê Adarê ku li Qendîlê wê bê lidarxistin, amadekariyan destpê kir.
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 21’ê Adarê ku li Qendîlê wê bê lidarxistin, amadekariyan destpê kir.
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 21’ê Adarê ku li Qendîlê wê bê lidarxistin, amadekariyan destpê kir.
Endamê Komîteya Newrozê ya Qendîlê Hesen Cûdî diyar kir ku startên xebatên pîrozbahiya Newroza 21’ê Adarê ya Qendîlê dane û xebatên amadekariyê bênavber didomin.
Cûdî da zanîn ku wê amadekariyan heta 19’ê Adarê biqedînin û ew vê Newrozê diyarîşehîdên Azadiyê dikin. Cûdî anî ziman ku ji ber berxwedana destanî ya Kobanê Newroza îsal bi dirûşma, ‘Em bi berxwedana li Kobanê pêş ket re jiyana azad ava bikin’ pêşwazî bikin.
Cûdî bi lêv kir ku wek her sal wê îsal jî Qendîl xwe li rengên neteweyî bixemilîne û wiha berdewam kir: “Bi têkoşîna ku li Kurdistanê pêş ketiye re gelê Kurd ji her demê wêdetir nêzî yekîtiya neteweyî bûye. Em vê Newrozê bi ruhê yekîtiya neteweyî û berxwedanê pêşwazî dikin. Ji bo vê pêşwazîkirin xurtir be em hemû gelê xwe yê her çar parçeyên Kurdistanê û gelê xwe yê Ewropayê dawetî Newroza Qendîlê dikin.”