Qurbaniyên Helepçeyê li Stockholmê hatin bîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê li Stockholmê hatin bîranîn. Di bîranînê de hat destnîşankirin ku Kurdan bi berxwedana Kobanê re nîşan dan ku wê êdî destûrê nedin qirkirinan.

Qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê li Stockholmê hatin bîranîn. Di bîranînê de hat destnîşankirin ku Kurdan bi berxwedana Kobanê re nîşan dan ku wê êdî destûrê nedin qirkirinan.

Li paytexta Swêd Stockholmê, li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Komeleya Çanda Kurd a Stockholmê, mirovên di Komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dan, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

Di merasîmê de hat destnîşankirin ku pêşîgirtina li qirkirin û komkujiyên nû, bi rêxistinbûyîna li dora Rêbertiyê û amadebûyîna ji her êrîşan re dibe û hat gotin ku li Kobanê berxwedana dîrokî ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê hat nîşandan, mînaka vê ye.

'KURD ÊDÎ DESTÛRÊ NADIN QIRKIRINÊ'

Nazîf Mayî yê li merasîmê axivî, û bal kişand ser qirkirinên di rêveçûna dîrokê de bi serê Kurdan û gelên din de hatine. Mayî da xuyakirin ku di roja îro de jî li Şengal û Kobanê li hemberî Kurdan hewldanên qirkirinê hatine kirin, lê belê bi berxwedana biryardar re ev hewldan hatin pûçkirin.

Karwan Seîd jî ragihand ku bi awayekî fermî tê gotin ku li Helepçeyê 5 hezar kes hatine qetilkirin lê belê di rastiyê de ev hejmar gelekî zêdetir e û anî ziman ku gelek Helepçeyiyên ji ber çekên kîmyewî bi nexweşiya kanserê ketin, piştî bi salan jiyana xwe ji dest dan.

Merasîma bîranînê bi dokûmantera li ser Komkujiya Helepçeyê dewam kir.