Ji Danîmarkayê ji bo Kobanê alîkariya barê TIR'ekê hat şandin

Kurd û dostên wan ên li Danîmarkayê dijîn, alîkariya ji pêdiviyên kinc, pêlav û lihêfan li TIR'ê bar kirin û ji bo bigihînin Kobaniyan ji Pirsûsê re şandin.

Kurd û dostên wan ên li Danîmarkayê dijîn, alîkariya ji pêdiviyên kinc, pêlav û lihêfan li TIR'ê bar kirin û ji bo bigihînin Kobaniyan ji Pirsûsê re şandin.

Komeleya Kobanê Støttefond û Heyva Sor a Kurdistanê bi projeyekê re alîkarî ji bo Kobaniyan ber hev kirin, li TIR'ekê bar kirin û şandin navçeya Riha Pirsûsê.

Rayedarên komeleyê dan xuyakirin ku ji Kurdan û gelên din ên li Danîmarkayê, her wiha ji gelek fîrmayan kel û melên alîkariyê gihaştine ber destê wan û ew ê di rojên pêş de li TIR'ekê bar bikin û bişînin.

Rayedarên Komeleyê gotin "Em ji gelê xwe rica dikin ku alîkariya dişînin hêjahî şandinê bin, ku tiştên nû û nehatibin bikaranîn bin."