Li gelek navendan agirê Newrozê hat geşkirin
Li Mûş, Colemêrg, Gever, Bursa, Dêrîk û Rezanê agirê Newrozê hat geşkirin û bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Li Mûş, Colemêrg, Gever, Bursa, Dêrîk û Rezanê agirê Newrozê hat geşkirin û bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Li Mûş, Colemêrg, Gever, Bursa, Dêrîk û Rezanê agirê Newrozê hat geşkirin û bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
MÛŞ
Meclîsa Ciwanan a DBP'ê li taxa Yeşîlyurt a Mûş agirê Newrozê hil kir û li dora agir govend gerand. Rêveberên DBP û HDP'ê û sedan welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û YPG'ê hatin vekirin û dirûşmeyên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Girseyê bi muzîkê heya derengî şevê govend girtin.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê bi pêşengiya meclîsên taxên Sumbul, Keklikpinar, Biçer, Medrese û Baglarê ji bo cejna Newrozê li qada Medreseyê şahiyek hat lidar xistin. Di qadê de bi dar û lastîkan agirek mezin hat pêxistin û di qadê de wêneyên şervanên ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hat daliqandin. Ligel sedan kesan hevserokên meclîsên taxan, endamên HDP û DBP’ê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tevlî şahiyê bûn. Di şahiya ku jin bi cilên gelêrî beşdar bûn de dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. Di şahiyê de banga beşdariya Newroza 18’ê mehê ku li Colemêrgê were lidarxistin jî hat kirin.
Bi sedan kes li ber agirê mezin heya derengiyê bi stranên hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran govend gerandin.
GEVER
Li navçeya Colemêg Geverê jî li taza Zagrokê agirê Newrozê hate hilkirin û govend hat gerandin. Rêveberên HDP'ê, endamên Meclîsa Taxa Zagrosê û gelek kes tevlî bûn. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hate hilkirin û govend hate gerandin. Di pîrozbahiyê de fîşekên hewayî hatin teqandin û heya derengî şevê pîrozbahî berdewam kir.
Li navçeya Colemêrg Şemîzananê jî welatî li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev û Newroz pîroz kirin.
BÛRSA
Li navçeyên Yildirim û Înegolê jî Newroz hat pîrozkirin. Rêveberên HDP û HDK'ê û gelek kesên din tevlî pîrozbahiyan bûn. Hevserokê HDP'ê yê Bursayê Yuksel Akgun diyar kir ku ligel agirê azadiyê yê li Şengal û Kobanê hatî hilkirin wê bi HDP'ê li tevahiya Tirkiyeyê bê belavkirin." Bernameya pîrozbahiyê heya derengî şevê berdewam kir.
DÊRIK
Li navçeya Mêrdîn Dêrîkê jî li taxa Kevirşînê Newroz bi şahiyekê hate pîrozkirin. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Dêrîkê Şerîf Kiran di şahiyê de axivî û diyar kir ku gelê kurd dê bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz bike. Di pîrozbahiyê de fîşekên hewayî hatin teqandin û girseyê li dora agir heya derengî şevê govend girt.
REZAN
Li taxa Mevlana Halîd a navçeya Rezan a Amedê jî agirê Newrozê hate hilkirin. Şahiya ji aliyê Komeleya Hemwelatiyên Azad ve hatî organîzekirin sedan welatî tevlî bûn. Di şahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin.
Welatiyan heye derengî şevê govend gerandin.
YENÎŞEHÎR
Rêxistina DBP'ê ya Yenîşehîrê jî li taxa 450 Evlerê agirê Newrozê hate hilkirin. Hevşaredarên Yenîşehîrê, rêveberên DBP'ê û gelek welatiyên din tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hate hilkirin. Piştre welatiyan li dora agir govend gerandin.