Şehîdên Helepçeyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin bîranîn
Şehîdên Helepçeyê, îro li Helepçeyê bi merasîmeke girseyî ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin bîranîn. Merasîma li gorî dema herêmê saet di 09:00 de destpê kir, li du cihên cuda pêk hat.
Şehîdên Helepçeyê, îro li Helepçeyê bi merasîmeke girseyî ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin bîranîn. Merasîma li gorî dema herêmê saet di 09:00 de destpê kir, li du cihên cuda pêk hat.
Şehîdên Helepçeyê, îro li Helepçeyê bi merasîmeke girseyî ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin bîranîn. Merasîma li gorî dema herêmê saet di 09:00 de destpê kir, li du cihên cuda pêk hat.
Şehîdên Helepçeyê, li gelemperiya Kurdistanê bi çalakiyên girseyî tên bîranîn.
Merasîma li Helepçeyê, îro saet di 09:00 de destpê kir. Merasîma destpêkê, ku Hevserokên Tevgera Azadî û Nûnerê KCK'ê yê Başûrê Kurdistanê Ferhan Amara jî lê amade bû, li Şehîdgeha Helepçeyê pêk hat. Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdûllah di merasîma ku bi hezaran kes lê amade bûn de peyivî û diyar kir ku Komkujiya Helepçeyê birîneke Kurdan e û ti carî nayê ji bîrkirin.
Abdullah axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji Komkujiya Helepçeyê ne tenê Saddam, her kesên ew xwedî dikirin, çekên kîmyewî didan wî, berpirsyar in. Îro Helepçe bûye cihê ku hemû Kurd li civiyane. Li kîjan devera Kurdistanê dibe bila bibe, Kurd hemû di 16'ê Adarê de vê êşê hîs dikin. Îro xeteriya li ser gelê me mezin e. Me kengî hêza xwe kir yek, em ê van xeteriyan ji holê rakin. Li hemberî van xeteriyan parastina gelê xwe, soza me ya li şehîdên Helepçeyê ye. Xwestin li Şengal û Kobanê Helepçeyên nû derxînin holê. Lê belê bi berxwedaneke mezin re destûr ji vê re nehat dayîn. Ji ber ku ne Şengal, ne jî Kobanê mîna Helepçeyê bêxwedî nebûn."
Heyeta ji rayedarên KCK û Tevgera Azadî, piştî serdana şehîdgehê, bîrdariya ji bo şehîdên Helepçeyê hat çêkirin, ziyaret kir.
MERASÎMA DUYEMÎN LI MONOMENTÊ
Merasîma din a bîranînê ku Alîkarê Serokwezîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Kûbat Talabanî, endama Polîtburo ya YNK'ê Hero Îbrahîm Ahmed û heyeta pê re lê amade bûn, li qada pişt bîrdariya şehîdên Helepçeyê Monoment pêk hat. Kûbat Talabanî di axaftina xwe ya li vir de got, "Me gelek caran gotin êdî li ser gelê me xeteriya komkujiyê nîne. Lê belê em îro dibînin ku hînê hin kes dixwazin gelê me qetil bikin. Ji ber vê yekê divê Kurd li hemberî van êrîşan bi xurtî bisekinin û ji bo Helepçeyên nû rû nedin, li ber xwe bidin."
JI ROJHILATÊ KURDISTANÊ MEŞIYAN Û HATIN HELEPÇEYÊ
Ji bo balê bikşîne ser Komkujiya Helepçeyê, komek ji bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê meşiya û gihîşt Helepçeyê.
Ji meşvanan Sadî Fûladî got, "Ji bo nîşan bidin ku em li cem gelê Helepçeyê ne, bi meşê em hatin heta vê derê."
Kurdistaniyê bi navê Elî Yûsifî jî got, "Kêm be jî ji bo em êşa Helepçeyiyan parve bikin em meşiyan. Ev êş ne êşa Helepçeyê ye, ya hemû Kurdan e. Bi vê komkujiyê re Kurd hemû hedef hatin girtin."
DI ENFALÊ DE BI SED HEZARAN KURD HATIN QETILKIRIN
Di 16'ê Adara 1988'an de de ji ber gaza kîmyewî ya dîkatoriya Saddam avêt Helepçeyê zêdeyî 5 hezar Kurdî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran jê seqet man. Beriya Helepçeyê li Hecî Umran û Pencwînê jî bi gaza hardalê zêdeyî 3 hezar Kurd hatibûn qetilkirin.
Di tevgera Enfalê de ku di Sibata 1988'an de destpê kir û bi Helepçeyê dewam kir, li gorî hejmarên ne fermî 180 hezar Kurd hatin qetilkirin, bi hezaran seqet man û bi hezaran ji cih û warên xwe man.