YXK û Ciwanên Azad: Jiyana bê Rêbertî êdî li me heram e

Ciwanên Azad û YXK'ê yên peyam şandin ji 1. Konferansa Ciwanên Demokratîk gotin, "Ruhê ciwantiyê yê ji vê konferansê derket holê, ji bo pêngava me ya 'kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn' a li Ewropayê me daye destpêkirin, çavkaniyeke mezin a hêzê ye."

Ciwanên Azad û YXK'ê yên peyam şandin ji 1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Amedê gotin, "Ruhê ciwantiyê yê ji vê konferansê derket holê, ji bo pêngava me ya 'kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn' a li Ewropayê me daye destpêkirin, çavkaniyeke mezin a hêzê ye." Di peyamê de hat gotin, "Jiyana bê Rêbertî êdî li me heram e."

Ciwanên Azad û YXK ên li Ewropayê, ji 1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn a li Amedê re peyam şandin.

'BERDÊLÊN EMZIN Û RÊBER APO EM ANÎN VÊ ROJÊ'

Di peyamê de hat ragihandin ku lidarketina konferansên bi vî rengî yên dîrokî bi saya berdêl û berxwedanên mezin e û hat gotin, "Di serî de berxwedana destanî ya li Kobanê û Şengalê, berdêl û lehengiyên mezin ên li ser navê azadiyê di rêveçûna dîrokê de hatin nîşandan, em anîn roja îro. Beriya her tiştî paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk-ekolojîk a roja mezin a mirovahiyê Rêber Apo pêşkêşî me kiriye, îro hêviya azadiyê ya tevahiya mirovahiyê ji nû ve şîn dike û me li hev kom dike."

'XWE XILASKIRINA JI MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST'

Di peyamê de hat ragihandin ku sîstema modernîteya demokratîk wê bigihêje serketinê û hat gotin, "Ruhê ciwantiyê yê ji vê konferansê derket holê, ji bo pêngava me ya 'kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn' a li Ewropayê me daye destpêkirin, çavkaniyeke mezin a hêzê ye.

Armanca kampanya me ew e ku weke ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, bi gotina Rêber Apo 'bi verişînê re xilasbûna ji modernîteya kapîtalîst' em dixwazin xwe bigihînin jiyaneke exlaqî û polîtîk.

'EM SOZ DIDIN KU EM Ê TÊKOŞÎNÊ BI SERKETINÊ RE TACÎDAR BIKIN'

Li ser vê bingehê em ê bibin şopdarên Alî Çîçekan, Baz Mordeman, Huseyîn Çelebiyan, Têkoşînan, Ronahiyan, Kûrtayan, Têkoşeran, Erdalan û Arîn Mîrxanan û em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bi serketinê re tacîdar bikin. Êdî jiyaneke bê Rêbertî yanî jiyaneke koledarî û bê rûmet, li me heram e. Ji bo li Kurdistana Azad xwegihandina Rêber Apo em agirê Newrozê geş bikin, bi ruhê ciwanên demokratîk ên Rojhilata Navîn re em bimeşin serketinê."