Serokatiya Meclîsa Rêveber a Efrînê Newroz pîroz kir
Serokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê cejna Newrozê li hemû gelê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz kir.
Serokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê cejna Newrozê li hemû gelê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz kir.
Serokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê cejna Newrozê li hemû gelê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz kir. Serokatiya Meclîsê diyar kir ew bawer dikin wê projeya Rêveberiya Xweser bi nimûneyeke çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê.
Daxuyaniya Meclîsa Rêbeber wiha ye:
"Em weke Seroketiya Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê cejna Newrozê li gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Wekî tê zanîn ku Newroz sembola çand û şaristaniya Rojhilata Navîn e.
Xetîreyên Newrozê ya ku di sala 612’an berî zayinê de bi destê Kawayê Hesikar hate vêxistin û desthilatdriya Ejdehak hilweşand, ew xetîre hîn vêketiye, desthilatdariya Dehak hilweşiya lê zilm û mêtingerî bidawî nebû, her wiha hêzên şoreşger jî hîn ji bo azadî, wekhevî û edaletê têdikoşin.
Şehîdên ku li dijî hêzên tarî yên ku hebûna gelê me ji xwe re kirine armanc, canê xwe feda kirin. Pêkhateyên herêmê li hember rewşa wêranî, tevlihevî û lîstikên hêzên derve ku li Sûriyê têne kirin, biryar dan ku ji bo rûmet û wekheviyê rêveberiya xwe ya xweser ava bike.
Me jî wekî seroketiya encûmena Rêveber ji rojên despêkê ve dabû nîşan dan ku hilweşandina rejîmê nayê wê wateyê ku dewletek bê hilweşandin û yeke din têkeve şûna wê, lê belê armanca şoreşê pêkanîna guhertinê û avakirina civaka demokratîk, exlaqî û azad e.
Gelek partî û rêxistinên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryanî ku bawerî bi xeta sêyemîn anîn di roja 21’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îlan kirin. Ev bû sal û heyvek di ser vê rêveberiyê re dibore. Pêkhateyên herêmê di wê baweriyê de bûn ku avakirina rêveberiyê pêdiviyeke civakî ye, her wiha me dizanî ku ev rêveberî wê li xweşiya partî, hêz û rejîmên desthilatdar ên li dijî azadiya gelan, neyê. Lewma hêzên çete yên tarî êrîşên xwe li dijî Rojava zêde kirine û her dem şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva wan dan û bi şûnde vegerandin. Her çiqas em alîgirê çareseriya demokratîk bûn jî, Em careke din didin zanîn ku pirsgirêka Sûriyê dê bi lihevhatina hemû aliyan, hevpeymaneke civakî, rawestandina şer û pêkanîna aştiyê pêk were. Em bawer dikin ku projeya Rêveberiya Xweser nimûneyeke serketî ya çareseriya pirsgirêka Sûriyê ye.
Em diyar dikin ku Newroz sembola çand û şaristaniya Rojhilata û wê bibe mizgîniya bihara Rohilata Navîn. Ew ji ber van sedeman Newroza vê salê bi kelecaneke mezin pêşwazî dikin.
Em bi navê seroketiya encûmena Rêvebir cejna azadî û vejînê, cejna Newrozê li gelê xwe, rêberê têkoşîna şoreşgerî û afrênerê aştiyê Rêber Abdulah Ocalan pîroz dikin. Em li tevayî gelê Kurdistanê yê têkoşer, gelên Rojhilata Navîn ên ku ji bo azadî û rûmeta xwe têdikoşin, pîroz dikin."