Barê tankerên Tirk petrola DAIŞ'ê ye

Serokê Komîteya Ewlekariyê ya bajarê Diyala yê Iraqê Sadiq El Hisênî diyar kir ku çend tankerên petrolê yên Tirk ên hewl didan petrola DAIŞ'ê ji wîlayeta Selahaddînê derxînin hatine zevtkirin.

Serokê Komîteya Ewlekariyê ya bajarê Diyala yê Iraqê Sadiq El Hisênî diyar kir ku çend tankerên petrolê yên Tirk ên hewl didan petrola DAIŞ'ê ji wîlayeta Selahaddînê derxînin hatine zevtkirin.

Serokê Komîteya Ewlekariyê ya bajarê Diyala Sadiq El Hisênî di daxuyaniya xwe ya ji bo Sumeriye News de diyar kir ku hêzên ewlekariyê yên hevpar ên ji Heşd El Şebî û hêzên artêşa Iraqê pêk tên, li navçeya El Zîrke ya li bakurê wîlayeta Selahaddînê ye, çend tankerên Tirk girtine. Sadiq El Hisênî ragihand ku ev tanker ji aliyê DAIŞ'ê ve dihatin bikaranîn û petrola ji Hemrîn û El Bûîcîl hatiye derxistin, dibirin derve.

Sadik El Hisênî da xuyakirin ku piştî dagirkirina van navçeyan çeteyên DAIŞ'ê petrola li vir dizîne û got, "DAIŞ pereyê ji petrola Iraqê bi dest dixe, ji bo qetilkirina welatiyan, şewitandina gund û bajaran bikar tîne. Lê belê Heşd El Şebî û hêzên ewlekariyê yên Iraqê bi taybetî piştî rizgarkirina bîrên petrolê yên li wîlayeta Selahaddînê, hatineyên DAIŞ'ê dibire."

Dewleta Tirk beriya niha gelek caran ji aliyê hêzên herêmî û hêzên navneteweyî ve di mijara bazirganî û qaçaxçitiya petrola DAIŞ'ê de hatibû hişyarkirin.