Nasnameya 11 gerîlayan hat aşkerakirin

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, nasnameya 11 gerîlayên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, nasnameya 11 gerîlayên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Komîteya Piştevaniyê di daxuyaniyê de wiha got: “Şehîdên me yên ku bi têkoşîneke qehremanî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ji bo pêşeroja gelê me bûn ronahî, duh, îro û pêşeroja me ne. Di her roja dîroka berxwedana me ya bi heybet de seknek destanî, meş û qehremaniyek fedayî nîşan dane û di seranserê dîroka têkoşîna azadiyê de bi ruhê azadkirina gelê Kurd û Kurdistanê re bi berxwedanên mezin tacîdar kirine.”

Komîteyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku şehîdên me yên ku derfetê ku em di nava gelên cîhanê de bibin gelekî serbilind, afirandiye, her wiha meşa bi rûmet a heta îro pêk aniye. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Şehîdên me yên ku di her demê de canê xwe bi ruhê fedayî yê Apocî dane holê, wek pêşengên rastî yên Pêngava Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk wê her tim bijîn û bên jiyandin. Bi hişmendiya ku em peywira wan a têkoşînê temsîl bikin, em jiyana bi wan re û soza sedaqatê ya her rojê nû dike bijîn. Ji ber şehîd jiyana rastî bi me re berdewam dikin. Em parçeyekî ku ji wan qut nabin. 

Bila neyê jibîrkirinê ku bi giştî hemû şehîd, ji bo jiyaneke di encama îradeya dijmin de derketiye holê re gotina ‘êdî bes e ye’. Em wek şopdêrên şehîdên xwe yên ji jiyana ku dijmin afirandiye re gotine na, wê her tim li dijî hêzên mêtinger û dagirker bêjin na û jiyana azad û demokratîk esas bigirin.”

Komîteya Piştevaniyê di daxuyaniya xwe de got; “Bîranîn, taybet, nêzîkatî û gotinên şehîdên berxwedanê; neçare wek bang, emir û talîmatekê bê fêmkirin û bikeve jiyanê.

Em jî soz didin ku girêdayî van bang û fermanê bin û heta Kurdistanek Azad û Demokratîk ava nebe, îro wek li Kobanê bûye em ê şerê xwe yê azadiyê wek duh îro jî û sibê jî bidomînin.”

GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE

Şaban Batur bi nasnav Bedran 1971’ê li Dihê ya Sêrtê ji dayik bûye, 08.06.1993’an li Zagros/ Oramarê jiyana xwe ji dest daye.

Azîz Yusuf Akdogan yê bi nasnav Pîro Kal li Elkê ji dayik bûye, 1990’an li Ertûşê jiyana xwe ji dest daye.

Duwalî Gurdal 1957’an li Geverê ji dayik bûye, 04.05.1985’an li Zagrosê jiyana xwe ji dest daye.

Mecît Gurdal bi nasnav Zinar, 1979’an li Geverê ji dayik bûye 1994’an li Çarçela / Zagrosê jiyana xwe ji dest daye.

Mehmet Selîm Safali bi nasnav Mahsum 1977’an li Geverê ji dayik bûye, 1995’an li Gever / Zagrosê jiyana xwe ji dest daye.

Ekrem Polat bi nasnav Şahîn 1972’an ji dayik bûye di 1997’an de li Esendere / Zagrosê jiyana xwe ji dest daye.

Mahsum Onen bi nasnav Menaf 1972’an li Hezexê ji dayik bûye di 1994’an de li Botan /Elkê jiyana xwe ji dest daye.

Rojda Dûman bi nasnav Dîcle Uzayli 1974'an  li Gogsiyê ji dayik bûye di 1997’an de li Zapê jiyana xwe ji dest daye.

Şevket Yalçin bi nasnav Şernas 1980’an li Mêrdînê ji dayik bûye, 26.12.1998’an li Botan / Gabarê jiyana xwe ji dest daye.

Turkan Keleş bi nasnav Zozan Mardîn 1978’an li Konyayê ji dayik bûye, 1995’an li Garzanê jiyana xwe ji dest daye.

Fahrî Aslan bi nasnav Dr.Delîl 1973’an li Qoserê ji dayik bûye di 1995’an de li Mava jiyana xwe ji dest daye.