Ban Ki-Moon êrîşên li Hesekê şermezar kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon, êrîşên bombeyî yên duh bi şev ên li bajarê Hesekê yên li hemberî sivîlên Newroz pîroz dikin, şermezar kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon, êrîşên bombeyî yên duh bi şev ên li bajarê Hesekê yên li hemberî sivîlên Newroz pîroz dikin, şermezar kir.

Ban Ki-Moon êrîş wekî “hovîtî” bi nav kirin û got ku di van êrîşan de jin û zarok jî di nav de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Ban Ki-  Mon diyar kir ku DAIŞ dixwaze di navbera baweriyan de tevlîheviyê derxîne û hemû kiryarên li dijî sivîlan şemezar kirin. 

Ban Ki-Moon ji hemû aliyên çekdar xwest ku li dijî sivîlan çekan bikar neyînin.