Meryem Afşîn ku di komkujiyê de hevserê xwe Haci Abdullah Afşîn winda kir, tiştên ku wê rojê jiyan wiha vegot: “Me cejna Newrozê bi coşek mezin pîroz kir. Em bi malbatî çibûn. Em êvarê vedigeriyan malê û me hîn kir ku li Cizîrê komkujî çêbûye. Gotin wê sibehê meş hebe. Meha Remezanê bû. hevserê min bi rojî bû. Min got neçe. Wî jî got mirov hatine qetilkirin divê em bertekên xwe nîşan bidin. Du keçên min jî bi bavê xwe re çûn. Ez li pişt wan derketim kolanê. Dewleta Tirk her der bi panzêran girtibû. Min hîs kir ku wê komkujî çêbibe. Piştî demekê ez derketim kolanê û min li pey wan bang kir. Gotin komkujî çêbûye, gelek mirî hene. Jinek ciwan hat got hevserê te hatiye qetilkirin. Min bawer nekir, ez sekinîm. Komek ciwan hatin heman tişt gotin. Ez çûm cem xizmê me û min jêre got.”
MIN JI PÊLAVA WÎ NAS KIR
Meryem Afşîn da zanîn ku roja ku bûyer pêk hatiye nekarî biçe herêma bûyerê û got ku piştre cenazeyê çend kesan anîne mizgeftê û ew jî çûye mizgeftê. Afşîn got ku serê her sê cenazeyan jî girtîbûn û wiha axivî: “Min cenazeyê hevserê xwe ji pêlava wî nas kir. Min serê wan rakir. Her derê bedena wan hatibû pelçiqandin. Polîsan em ji mizgeftê dûr xistin. Ez hatim malê, keçên min geriyan û gotin xwe li cihekî veşartine. Bavê xwe pirsîn. Min got bavê we kuştine.”
HEQARET LI MIRIYÊN ME KIRIN
Meryem Afşîn destnîşan kir ku êvarê careke din çûne mizgeftê lê cenaze hatine rakirin û got: “Dewletê cenazeyên me ji me revandin, hem qetil kirin û heqaret lê kirin. Rêz nîşanî cenazeyan nedan. Cenaze biribûn û defin kiribûn. Sibeha din navê hevserê min li ser kartonekê nivîsandibûn û dabûn ber gorê.”
KEÇA MIN ÇÛ ÇIYAYAN
Afşîn anî ziman ku hevserê wê bê sedem qetil kirine û diyar kir ku bi 9 zarokên xwe re li holê maye û got: “Keça min Rabîa piştî bavê xwe çû çiyayan. Me doz li kujeran venekir. Em tirsiyan. Em dixwazin hesab ji wan bên pirsîn.”
MIN DU ROJ ŞÛNDE HÎN KIR KU BAVÊ MIN HATIYE QETILKIRIN
Zehra Elgun anî ziman ku bi bavê xwe re tevlî meşê bûye û wiha berdewam kir: “Li pirê êrîşan destpê kir. Min xwe ji ser pirê de avêt. Bi bandora hewaya sar re, ava çem bilind bibû. Ez neketim ava çem. Me xwe di bin pirê de veşart. Piştre bi alîkariya hevalên me em ji wir dûr ketin. Min xwe li malekê veşart. Min bavê xwe meraq dikir. Lê me agahiyek jê negirt. Du roj şûn ve hatim malê û min hîn kir ku bavê min hatiye qetilkirin. Em di temenê biçûk de bê bav man. Me xwest em dozê vekin, lê em tirsiyan. Her sal ji bo bîranîna bavê xwe em diçin pîrozbahiyan.”
Hasan Kaya jî wê rojê bi birayê xwe Ahmet Kaya re tevli meşê bibû. Kaya da zanîn ku dema êrîş çêbûye birayê wî jî di nava koma ku ji pirê ber pirtûkxaneyê ve direviyan de bû û polîsan bi ser wan de gule barand. Kaya wiha got: “Li ber çavên min birayê min gulebaran kirin. Ket erdê. Min xwest ez wî bigirim lê gule li me jî barandin û min nekarî wî bigirin. Di wê dorê de min birîndarekî din girt. Piştre hinek hevalên din birayê min anîn. Li cihê bûyerê şehîd ketibû.”
ME 11 KES DEFN KIR
Kaya wiha berdewam kir: “Cenazeyên ku me girtin me anîn mizgeftê, polîs bi ser mizgeftê de girt. Xizmên wan ên hatibûn hatin dûrxistin. Me 7 kesan cenaze girt, em jî ji bo ku cenazeyan hilgirin, li wir hiştin. Bi şev me cenaze li wesayîtan kirin û birin. Me 7 kesan 11 cenaze definkirin. Me navê wan li kartonan nivîsin.”
Kaya got ku destûr nedane ku ji bo birayê xwe bigirî jî wiha pêde çû: “Zilmek mezin li me kirin. Me doz lê venekir. Di wan rojan de ne mimkun bu ku em dozê vekin. Bûyer ji xwe di qeydan de wek ‘pevçûna terorê’ derbas bû.”
SERLÊDAN JI BO NEXWEŞXANEYAN NAYÊ KIRIN
Rêveberê DEP’ê yê Nisêbînê yê demê Hasan Bozkurt jî da zanîn ku di komkujiyê de bi sedan kes birîndar bibûn bi tirsa binçavkirin û îşkenceyê neçibûn nexweşxaneyê û wiha got: “Kesên ku birîndar bibûn û çibûn nexweşxaneyê hatin binçavkirin û bi birîndarî îşkence li wan hat kirin. Piranî hatin girtin. Ji ber vê yekê der barê birîndaran de agahiyên zelal tine. Hinek malbatên ku xizmên xwe winda kirine ji tirsan ev veşartin û li gorî daneyên fermî 18 kes hatine qetilkirin, lê ev hejmar 21 bû.”
‘ME YÊ TE JÎ KUŞTIBA’
Bozkurt diyalogeke ku bi Midûrê Polîsan ê Navçeyê re jiyaye wiha vegot: “Rojek piştî bûyerê midûriyeta polîsan gazî min kir. Min ji wan re got tişta we kiriye komkujî ye. Midûr jî got; duh ti li ku derê bû, me te li wir nedît. Me yê te jî kuştiba.’ Bi vê gotina xwe komkujî îtîraf kir.”
DOZ NAYÊ VEKIRIN
Bozkurt anî ziman ku ji berpirsên komkujiyê hesab nayê pirsîn û mirov xwedî li birîndar û miriyên xwe derneketin û got, "Ne mimkun bû ku di bin îşkence, zext û komkujiyan de dozê vekin. Wê demê me xwest em dozê vekin lê hewldanên me hatin astengkirin.”
YA HAT JIYÎN KOMKUJÎ BÛ
Xwediyê rojnameya herêmî Mezopotamyayê Cemîl Aydogan da zanîn ku dema çûye cihê ku komkujî lê hatiye jiyîn bi dîmenekî bi xof re rû bi rû hatiye û got: “Tişta hatibû jiyîn komkujiyek bû. Leşker û polîsan, jin, zarok, kal û pîr hemû dabû ber guleyan û bi panzêran pelçiqandibûn. Li bajar çûk jî nedifiriya. Kes nekarî biçe bajar. Ez hatim binçavkirin. Piştî binçavkirinê min di rojnameyê de nivîsand ku ev komkujiyeke dewletê ye.
FERMANDARÊ JÎTEMÊ EZ TEHDÎD KIRIM
Piştî nivîsê şêwirmendê Wezareta Karên Hundir bi telefonê li min geriya û ez tehdîd kirim. Endamên JÎTEM’ê bînbaşi Ramazan Çakman ez tehdîd kirim. Ramazan Çakmak piştre ji ber vê nivîsê doz li min vekir. Doz li şûna Mêrdînê li Mîdyadê hat vekirin.
Sedem jî ev bû ku Mîdyat bejayî bû dema ez biçûma dozê wê bi rehetî ez qetil bikirama. Lê ez bi tedbîr tevgeriyam û min pêşî li vê girt. Berpirsê JÎTEM’ê yê Mêrdînê Atîlla Ugur ez tehdîd kirim. Ugur got; Cemîl ez ê lingê te bişikînim. Ti lîstikek xeter dilîzî.’ Encama ku min ji vê derxist ev komkujî ji aliyê JÎTEM û midûriyeta polîsan ve hat organîzekirin.
WALIYÊ MÊRDÎNÊ HAT HIŞYARKIRIN
Wê demê der barê komkujiyê de hemû hewldanên me bê encam man. Min Waliyê Mêrdînê yê demê Yahya Gur re carinan hevdîtin dikir. Gur niyeta wî baş bû lê JÎTEM’ê ew hişyar kiribû. Li min geriya, got ‘Cemîl beg em êdî hev nebînin. Hûn bi ser vê bûyerê de çûne, hinek nerehet bûne.’ Ev jî nîşan dide ku JÎTEM li pişt vê bûyerê ye.
Aydogan di encama lêpirsîna der barê komkujiyê de hatiye destpêkirin doz nehatiye vekirin û divê doz bê vekirin û ji berpirsan hesab bê pirsîn.
QEYMEQAM WEK ENDAMÊ JÎTEMÊ XEBAT DIMEŞAND
Hevşaredarê Hezexê yê DBP’ê Mehdî Aslan ku serokê demê yê DEP’a Mêrdînê bû jî diyar kir ku wê demê her roj li Kurdistanê komkujî dihat jiyîn û wiha berdewam kir: “Beriya Nisêbînê rojek berê li Cizîrê komkujî hat jiyîn. Me der barê Cizîrê de hewl dida, vê carê agahî ji Nisêbînê hat. Em çend roj piştî komkujiyê dikarîn bikevin Nisêbînê. Li vir komkujiyek mezin hatibû jiyîn. Me xwest em der barê mijarê de bi rayedarên dewletê re hevdîtinê bikin. Lê daxwaza me hat redkirin.Qeymeqamê Nisêbînê yê demê wek endamê JÎTEM’ê xebat dimeşand. Qeymeqam di gelek bûyeran de beriya leşker û polîsan mudaxale dikir.”
ORGANÎZASYONA JÎTEM’Ê YE
Aslan bi lêv kir ku komkujiya Nisêbînê teqez organîzasyona JÎTEM’ê ye û wiha got: “Divê komkujiyê de qeymeqam, midûrê polîsan û hêzên ewlehiya dewletê hebûn. Armanca wan ev bû ku têkoşîna gelê Kurd bi komkujiyan biçewisîne. Lê negihiştin hedefên xwe. Gelê Kurd ligel her cureyê komkujiyê têkoşîna xwe meşand.”
Rêveberê ÎHD’a Mêrdînê parêzer Huseyîn Cangîr jî da zanîn ku komkujiya Nisêbînê bi hevkariya JÎTEM, Midûriyeta Polîsan û rayedarên leşkerî pêk hatiye û sûcê hatiye kirin sûcekî rêxistinkirî û organîzekirî ye û ji ber vê yekê jî xala demboriyê der barê vî sûcî de nekare pêk bê.