Bi hezaran kesan şervanê YPG’ê Dag oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ercan Dag (Têkoşer Mêrdîn) ê ku di operasyona gundê Cadê yê li başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest da li taxa Memika ya navçeya Stewrê yê Mêrdînê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ercan Dag (Têkoşer Mêrdîn) ê ku di 12'ê adarê de li gundê Cadê jiyana xwe ji dest da li taxa Memîka yê navçeya Stewrê yê Mêrdînê hate definkirin. Cenazeyê Dag ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinar hate wergirtin û ji Rihayê anîn navçeya Qoserê ya Mêrdînê.
Cenazeyê Dag serê sibê ji aliyê welatiyan ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hate wergirtin û anîn Stewrê. Rêveberên HDP, DBP'ê û bi hezaran kest tevlî konvoya cenaze bûn û anîn taxa Memîka. Di ketina taxa de konvoya cenaze bi dirûşmeyên "Şehid namirin","Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin û pişt re bi meşê bibin goristanê. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Dag, alên PKK, KCK û HPG'ê hatin vekirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Dag hate definkirin.
Piştî karên definkirinê Rêveberê MEYA-DER'ê Suleyman Okmen axivî û wiha got: "Ercan Dag ji bo rûmeta gelê Kurd li berê xwe da Rojava. Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi lehengî şer kir û şehîd ket."
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Bajar Musa Alkan jî êrîşa li Hesekiyê pêk hatî şermezar kir.