KONGRA GEL: Newroza 2015'an Newroza azadiya Rêber Apo ye

KONGRA GEL xwest Newroza 2015'an bibe Newroza azadiya Ocalan û bang kir ku ji her demê bêhtir tevlîbûn li pîrozbahiyan were kirin.

KONGRA GEL xwest Newroza 2015'an bibe Newroza azadiya Ocalan û bang kir ku ji her demê bêhtir tevlîbûn li pîrozbahiyan were kirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser nameya Ocalan a sibehê were xwendin û hat gotin, "Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên azadî û demokrasiyê, wê ji bo gelên me pêngaveke mezin biavêje."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KONGRA GEL, bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Newroza 2015'an li Rêber Apo, hêzên parastina gel ên bi canfedayî gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn li her qadê diparêzin, berxwedêrên zîndanan û gelên me yên bi lehengî li ber xwe didin, pîroz be" û ev xal hat destnîşankirin:

'BILA BIBE NEWROZA AZADIYA RÊBER APO'

"Di kesayetiya rêhevalên Mazlûm, Rahşan, Zekiye, Bêrîvan, Ronahî û Sema yên bi şiyara 'Newroz berxwedan e, jiyana bi berxwedaniyê ye' bi agirê bedena xwe re di dilê gelê me de agir dada û têkoşîna azadiyê anîn van rojan, em hemû şehîdên Newrozê bi mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarên wan.

Di vê asta ku di rêya bi ronahiya Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya destanî ya bi pêşengiya şehîdên me de hatiye bidest xistin de, gelê me Newroza 2015'an li hemû qadan bi heybetî û ji bo bibe Newroza azadiya Rêber Apo, pîroz dike."

'RÊBER APO WÊ SIBEHÊ PÊNGAVEKE DÎROKÎ YA MEZIN BIAVÊJE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, mîna li Rojava li Bakurê Kurdistanê jî gihaştiye asta bidestxistina statuyeke qanûnî û destûra bingehînî û hat gotin, "Bi nexşeya rê ya Rêber Apo sibehê di Newroza li Amedê de bi raya giştî re parve bike, ji bo çareseriya pirsgirêkên demokrasî û azadiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo gelên me wê pêngaveke mezin destnîşan bike. Rêber Apo bi vê pêngava xwe re, dixwaze beriya pêvajoya hilbijartinê pêşî li hêzên demokrasiyê veke û li ser vê bingehê bi meşandina têkoşînê re hikûmeta AKP'ê neçar bihêle ku gavê biavêje."

'DIVÊ JI HEMÛ NEWROZA BI HEYBETTIR BE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi peyama Ocalan a Newrozê re wê ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan, pêvajoyeke berfireh destpê bike û ev bang hat kirin:

"Di vê dema ku ji her demê bêhtir em nêzî azadiyê ne de, divê gelê me bi coş û kelecana xwe gihandina Rêbertiya xwe, qadeke qadan û ji her demê bêhtir tevlîbûneke xurt li pîrozbahiya îsal bike."

'EM DIXWAZIN LI GEL XWE BIBÎNIN'

Hevserokatiya KONGRA GEL got, "Belê, êdî em dixwazin Rêber Apo li gel xwe bibînin. Dem hatiye ku Rêberê me û gelên me di nava şert û mercên azad de bigihêjin hev. Bi agirê Newrozê yê geş dibe re, em gelekî nêzî jiyana azad in. Li ser bingeha avakirina civaka azad û jiyaan azad, bi têkoşîna azadî û demokrasiyê re divê em Newroza 2015'an bikin Newroza azadiya Rêber Apo. Li ser vê bingehê em Cejna Newrozê ya gelên xwe careke din ji dil ve pîroz dikin û di têkoşîna wan a mirovahiyê ronî dike de, serketinê dixwazin."