Koordînasyona Komalên Ciwan ku Newroz pîroz kir, serketina Kobanê jî silav kir. Koordînasyonê peyama ‘Peywira me ya sereke ya ciwanên Kurdistanê ev e ku em sala 2015’an bikin sala azadiya Rêber Apo û gelê xwe.’ da û bang li ciwanan û hemû gelê Kurd kir ku tevlî Newrozê bibin.
Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyek nivîskî da û Newroz pîroz kir.
KOBANÊ BÛ BIRYARGEHA HEMÛ GELAN
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Newroz îfadeya vejîn, zindîbûnê; cejna gelan, xweza û gerdûnê ye. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Newroza ku destpêkê ji bo gelê Rojhilata Navîn xwedî wate bû, di encama têkoşînê de ji aliyê gelên din jî ve jî hatiye hîskirin û qebûlkirin û bûye sîmgeya berxwedan û yekîtiya gerdunî. Serketina Kobanê di serî de ji bo gelê Kurd hemû gelê cîhanê, bûye sembola vejîn û berxwedanê.”
Koordînasyonê destnîşan kir ku berxwedana li Kobanê û Şengalê bûye biryargeha ne tenê gelê Kurd hemû gelên ku dixwazin di rêya azadiyê de bimeşin û wiha pêde çû: “Berxwedana Kobanê ne tenê berxwedana Kurdan, bûye berxwedana hemû mirovahiyê û li hemû qad û mewziyan ev derxistine holê. Şehîd Arîn Mîrxan, Şehîd Paramaz, Şehîd Avaşîn Têkoşîn Guneş di nava heman têkoşînê de heta dawiyê li ber xwe dane û şehîd ketine. Ev jî nîşan dide ku berxwedana Kobanê navendeke berxwedan û yekîtiya Neteweyî ya çawa ye. Em li ser vî esasî dikarin vê bêjin Newroz ne tenê vejîna Kurdan, vejîna mirovahiyê ye.
EM Ê BIKIN SALA AZADIYA RÊBERTIYA XWE
Hêza hevpar a gelên cîhanê di vê têkoşînê de tîne cem hev heye, ew jî Rêbertiya me ye. Peywira me ciwanên Kurdistanê ya sereke ev e ku em sala 2015’an bikin sala azadiya Rêbertî û gelê xwe. Berpirsyariya ku dîrok û şehîdên me li ser milê me bar kiriye ev e. Bi vê berpirsyariyê re wê ciwanên welatparêz ên Kurdistanê ruhê vejîna Newrozê bigihînin lûtkeyan û agirê ku Mazlum Dogan pêxistiye wê li her qadê bigihîne serketinê.
Koordînasyonê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku li her qada ku ciwanên Kurd bi rêxistin bin wê di serî de li qada Newrozê azadiya Ocalan qîr bikin. Koordînasyonê Newroza gelan pîroz kir û diyar kir ku divê qadên Newrozê veguherin qadên yekîtî û azadiyê.”