Ji bo avakirina Kobanê li Amedê konferans

Heyeta Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê, Şaredarî, rêveberên TEVDEM ya li Kobanê û saziyên civak sivîl piştî Newrozê li Amedê konferansekê pêk tînin.

Piştî şerê li Kobanê ji bo veger pêk bên û avakirina bajar xebat didomin. Heyeta ji rayedarên Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê, Şaredarî, rêveberên TEVDEM ya li Kobanê û saziyên civaka sivîl pêk tên li Kobanê lêkolîn kirin û wê piştî Newrozê li Amedê konferansekê pêk bînin. Di heyeta ku çû Kobanê de Serokê Komîsyona Pêşxistina Têkiliyên Tîcarî ya Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê re Husnu Pervane jî cih girt û got ku girtina hemû deriyên Tirkiyeyê û nevekirina korîdora mirovahiyê, ne niyetek baş e.

Di heyeta ku çû Kobanê de serokê Komîsyona Pêşxistina Têkiliyên Tîcarî ya Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê re Husnu Pervane û endamên meclîsê Mehmet Tekîn, Cabbar Leygara, Şîlan Elmas, Vahît Karaaslan, Vedat Ozçelîk, Erdal Avşar û Salîh Eren piştî gelek hevdîtinan hatin Amedê.

Heyet ji aliyê Serokê Kantonê Enver Msulim, Serokê TEVDEM’ê Dozdar Hemo, endamên Desteya Rêveberiya Kantonê Berîvan Hesen, Xalît Berkel, Berdevkê Kantonê Mehmut Beşar, Serokê Desteya Bazirganiyê Mehmud Bozan û serokên jin, mafê mirovan, ol û ragihandinê ve hatin pêşwazîkirin. Piştî lêkolînên li wir heyet hat vegeriya û diyar kirin ku ji bo avakirina Kobanê wê  bi şaredarî û saziyên civaka sîvîl re kongreyekê pêk bînin.

Husnu Pervane diyar kir di gera xw de hemû êş û zilma ku hatiye jiyîn dîtine û got: “Raya giştî ya navneteweyî bala xwe daye serketina Kobanê ,lê divê di  avakirina bajar de jî cudabûnek bê avakirin. Em wek heyetek fermî çûn û ji aliyê heyetekê ve hatin pêşwazîkirin. Me bi Serokê Kantona Kobanê Enver Muslim û berpirsên din re hevdîtin kir. Em bi rayedarên kantonên Rojava yên din re jî hatin cem hev.”

Pervane got ku ji bo ku der barê texrîbata Kobanê di cih de bibînin û pêvajoya avakirinê bişopînin serdana xwe çêkirine û got: “Ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên 15’ê Îlonê û şûnde destpê kirine  texrîbatek meizn li bajar çêbûye. Bi qasî me ji çapemeniyê jî dişopand û hem jî agahiyên me ji heyetên diçûn digirtin, me diyar dikir ku Kobanê wêran bûye. Me ev li sînorê Pirsûsê jî didît. Em ji bo lêkolînan çûn Kobanê. Me der barê civakî-aborî, perwerde û tenduristiyê de çavderî, lêkolîn kirin û hevdîtin pêk anî.”

TIŞTÊN PÊWÎST YÊN DIVÊ DEMILDEST BÊN KIRIN HENE

Pervane diyar kir vegerên Kobanê tên jiyîn û li aliyê din jî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê didome û got: “Vegeran destpê kir, lê Kobanê niha herêmeke ku sê aliyên wê girtiye. Enver Muslim û rêveberên Kantonê carina em li bajar gerandin û carinan jî li ser nexşerê û raporan hewcedariyên xwe vegotin. Em dibêjin avakirina Kobanê û ji bo derbasbûna mirovan hewcedarî bi alîkariya xurekê heye. Divê ev demildest bê çareserkirin.”

DIVÊ DERIYÊ SÎNOR BI GIŞTÎ BÊ VEKIRIN

Pervane wiha berdewam kir: “Di hevdîtinên me de rêveberên Kantonê diyar kirin ku divê deriyên sînor bên vekirin û ji bazirganiyê re bê vekirin. Li gorî wan pêvajoya avakirinê di plana sêyemîn de ye. Divê pêvajoya avakirinê bê plankirin lê beriya vê divê veger zêde dibin û ji bo ev kes şert û mercên xwe ava bikin, şert û mercên ku wan zindî dikin divê hebe. Li bajarê ku hatiye wêrankirin kes nekare dukan, firanan veke. Pere tine ne, cihekî ku lê danûstendin bê kirin tine. Hemû bar li ser kantonên din e. Ji ber vê dixwazin ku demildest korîdor û deriyên bazirganiyê bên vekirin.”

DIVÊ BIBIN XWEDÎ HELWEST

Pervane anî ziman ku hê ji aliyê Til Ebyad, di navbera Kantona Kobanê û Cizîrê de şer didome û got: “Li wê herêmê hê 15-20 gund di destê DAIŞ’ê de ne. Li wir niha şer heye, têkoşîn didome. Dema ev têkoşîn didome hewcedariyên din dertên holê. Çavên raya giştî ya cîhanê li Kobanê ye. Hemû cîhan serketina Kobanê diaxive. Lê ti kesî ji bo avakirina bajar plan nekiriye. Li wir têkoşîn heye û divê vê bibin raya giştî ya cîhanê. Ev daxwazên alîkariya mirovî ne. Divê welatên navneteweyî helwestek hevpar ava bikin. Ji bo Kurdên wir zilmê nebînin çawa hêzên koalîsyonê bi balafirên şer DAIŞ bombebaran kir, divê niha di avakirina Kobanê de jî bibe xwedî helwest.”

KONFERANS PIŞTÎ NEWROZÊ YE

Pervane got ku di encama xebatên ku meşandine de wê bi pêşengiya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re wê bi tevlîbûna saziyên civakî yên bajar konferansekê pêk bînin û armanca sereke ya konferansê ev e ku plansaziya avakirina bajar derxin û got: “Piştî Newrozê wê xebat destpê bikin. Beriya em biçin Kobanê 10 beriya serdanê me daxwaza destûrê kir. Ligel ku destur hat dayîn,  ji ber krîz alê ya Turbeya Suleyman Şah du rojan destûr nedan em derbas bin. Derî bi giştî girtî bû. Ti kes nekarî biçe. Destûr nedidan doktor jî derbas bibin. “

Pervane da zanîn ku girtina deriyan û korîdora mirovahiyê ya ji bo alîkariyan, ne niyeteke baş e û got: “Me Kobanê dît. Kobanê wek bajarekî miriye. Me zilm û zegala li wir dît. Bajar hemû serobino bûye. Ne elektrîk, ne kanalîzasyon û ne jî tiştekî din.  Ji sedî 70-80’ê bajar êdî nayê bikaranîn. Tenê ji sedî 20-30 dikare bê bikaranîn. Bajar veguheriye bajarê mirî.”

60 HEZAR KES VEGERIYA

Pervane di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku li gorî daneyên fermî nêzî 60 hezar kes vegeriyane Kobanê û got: “Hinek kes bi derfetên xwe çûne. Rêveberên Kantonê cihên ku diyarkirine, wan bicih dikin.Li sînor hefteyê sê roj ji bo vegerê hatiye diyarkirin. Roja em çûn sînor nêzî 2 hezar kes dipan. Roja em derbas bûn ew jî derbas bûn. Bi kontrol tên derbaskirin.”