Li Mêrdînê pîrozbahiya Newrozê destpê kir
Li Mêrdîna ku baxçeyê bawerî û gelane ji reng û baweriyan bi hezaran kes ji bo Newrozê pîroz bikin hatin cem hev.

Li Mêrdînê bi beşdariya welatiyên Kurd, Ereb, Rirk, Suryanî û Êzidiyan ve serê sibehê pîrozbahiya Newrozê destpê kir. Li qada Newrozê pankarta ku şîara Newrozê lê hatiye nivîsandin û posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin, her wiha qad bi rengên kes û sor û zer hate xemilandin. Welatiyên ku hatin qadê bi cilên xwe yên neteweyî dîmenên rengîn derxistin holê. Ligel barana ku dibare û sermayê welatiyan qad tijî kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Bê serok jiyan nabe” “Bijî berxwedana YPG’ê” “PKK gel e, gel li vir e” berz dikin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Februniye Akyol Akay, Hevserokên HDP û DBP’ê, Hevşaredarên Artukluyê Sevînç Bozan û Emîn Irmak, Endamên însiyatîfa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Deqeyek rêz hat girtin û tevlîbûna ciwanan a mîtîngê bal kişand. Mîtîng, bi axaftina hevserokê HDP’a Artukluyê Nezîr Alp didome.