'10 xal pêşnûmeya bingehîn a têkoşîna şoreşa demokratîk e'

Ji pêşengên Tevgera Rizgariyê Mahîr Sayin destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşnûmeya muzakereyê ya ji 10 xalan re, pêşnûmeya bingehîn a têkoşîna şoreşa demokratîk pêşkêşî gelan kiriye.

Sayin bang li hikûmetê kir ku tavilê dest ji taktîka xwe ya mijûlkirinê berde û got, "Aktorê sereke yê pêvajoya aştiyê Ocalan divê bi awayekî lezgînî karibe bi PKK'ê re têkiliyê deyne û dûre jî şert û mercên azadiya Ocalan bên afirandin."

Ji pêşengên Tevgera Rizgariyê û yek ji damezrînerên Partiya Rizgariyê ya Ji nû ve Sosyalîst (SYKP) Mahîr Sayin pêşnûmeya muzakereyê ya ji 10 xalan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kir û di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de girîngiya HDP'ê ji bo gelan, ji ANF'ê re nirxand.

'10 XAL WÊ PÊŞEROJA GELAN DIYAR BIKIN'

Sayin da xuyakirin ku di qonaxa heyî ya pêvajoya aştiyê de, ji bo derbasî muzakereyê bê kirin Ocalan 10 xalên pêşeroja gelan diyar dikin pêşkêş kiriye û anî ziman ku temamiya 10 xalên hatin pêşkêşkirin, bingeha plana demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne. Sayin got, "Niha hem di destê me de hem jî di destê dewletê de 10 xalên rê û rêbazên destûra bingehîn a dewleteke demokratîk a ji bingeha aboriyê heta rêxistinbûyîna sîwanê ya siyasî hene. Rê û rêbazên bicihanîna vê van xalan, ji aliyê Tevgera Azadiyê ve bi pirtûkên bê hejmar, nîşan daye. Hêzên demokratîk, ji bo bicihhatina 10 xalan ku pêşeroja gelan diyar dikin, divê têkoşîneke xurt bimeşînin."

'AKP ALÎGIRÊ MIJÛLKIRINÊ YE'

Sayin diyar kir ku ji dema destpêkirina pêvajoya çareseriya demokratîk û vir ve hikûmeta AKP taktîka mijûlkirinê dimeşîne û anî ziman ku hikûmet bi hewldanên xwe yên valaderxistina israra Ocalan û tevgera azadiyê ya di aştiyê de, hem li nava gelê Kurd hem jî derdorên demokratîk, rê li ber bêbaweriyeke mezin vekiriye. Sayin bibîr xist ku hikûmetê samîmiyeta Ocalan a ji bo aştiyê, bi polîtîkaya xwe ya di pêvajoya vekişînê de îstîsmar kiriye û got, "Di asta heyî de, gelekî normale ku hem KCK hem jî gel, pê ne bawer bin. Baweriya Ocalan a li pêvajoyê, ji aliyê hikûmetê ve bi polîtîkayên mijûlkirinê yên di 2 pêvajoyên vekişînê de vala hat derxistin. Niha jî di plana muzakereyê ya ji 10 xalan de dîsa dixwaze heman tiştî bike. Dibe ku hikûmetê îmzeya xwe avêtibe binê van xalan, lê belê ya girîng dagirtina binê van xalan e. Di vir de wezîfeyeke girîng dikeve ser milê HDP'ê û hemû derdorên demokrasiyê."

'DI VAN ŞERTAN DE DAXWAZA ÇEKBERDANÊ JI PKK'Ê, BÛDELAYÎ YE'

Sayin anî ziman ku piştî daxuyaniya hevpar a HDP û heyeta Hikûmetê, hikûmetê di nava raya giştî de atmosfereke weke ku PKK wê dest ji çekan berde afirandiye û bi vî rengî daye dû ranta siyasî. Sayin diyar kir, ku hikûmet ketiye pey fenên siyasî û ragihand ku helwesta AKP'ê ya berî û piştî daxuyaniya hevpar dewam dike. Sayin got, "Diyar e ku AKP wê 10 xalên bingeha destûra bingehîn a Komara Demokratîk ava bike bibe heta hilbijartinê. Û piştî hilbijartinê jî bi temamî bide ji bîr kirin. Hem Birêz Ocalan hem jî tevgera azadiyê vê rewşê baş dizanin. Bêyî dîtina ezmûna 40 salî ya tevgera azadiyê û Ocalan, daxwaza hikûmetê ya çekberdana PKK'ê, bûdelayî ye."

'FERZKIRINA 10 XALAN FERZKIRINA PÊVAJOYA ŞOREŞA DEMOKRATÎK E'

Sayin diyar kir ku tevî hemû nêzîkatiyên hikûmetê jî hebûna 10 xalan ji bo gelên Tirkiyeyê girîng e û bal kişand ser vê xalê: "Beriya her tiştî ferzkirina van 10 xalan, ferzkirina pêvajoya şoreşa demokratîk e. Hikûmet qebûl bike yan neke, gelên Tirkiyeyê îro nebe sibehê wê li ser bingeha van dehan xalan çarçoveyeke demokratîkbûyînê ava bike. Gel wê li hev bicivin û manîfestoya şoreşa demokratîk a ji 10 xalan li ser hikûmetê ferz bikin. Ev xal îro nekevin meriyetê jî, ferzkirina vê di hiş û mejiyê gelan de cih digire û pêkhateyên vê têkoşînê hem li nava welêt hem jî li qada navneteweyî rewatiya wan a civakî zêde dike."

'BI MANÎFESTOYA JI 10 XALAN RE WÊ GEL BIBIN XWEDÎ NASNAMEYA WELATIYÊN AZAD'

Sayin anî ziman ku 10 xalên ji aliyê Ocalan ve hatin pêşkêşkirin, hem hemû gelên li Tirkiyeyê di nava xwe de vedihewîne hem jî welatîbûna wekhev û azad a her kesî ewle dike. Sayin diyar kri ku bi destûra bingehîn a nû ya li ser bingeha van xalan were avakirin re, her kesên li welêt wê bibe xwedî nasnameya welatîbûna azad. Sayin da xuyakirin ku 10 xal, tevî ku hemû gelan hembêz dike, ji hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê re jî çareseriyeke bingehîn peyda dike. Sayin got, "Berxwedana Kobanê di navbera gelên Tirkiye û Kurdistanê de pirek ava kir. Gelên li Kobanê li hev civiyan, ji bo bicihanîna van xalan wê bi ruhê serketinê yê Kobanê têbikoş in."

'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE YAN JÎ YEKSER KARIBE BI RÊXISTINA XWE RE HEVDÎTINÊ BIKE'

Sayin da xuyakirin ku polîtîkaya mijûlkirinê ya hikûmetê dikare zerarên mezin bide pêvajoyê û bang li hikûmetê kir ku vê şensa aştiyê ya Ocalan tevî hemû zehmetiyan pêşkêş kir, ji dest nerevîne. Sayin da zanîn ku hikûmet ji bo nîşan bide di pêvajoyê de ji dil e pêwîte beriya her tiştî vê yekê bike: "Ocalan azad bibe yan jî heta afirandina mercên azadiyê karibe yekser bi PKK'ê re hevdîtinê bike. Divê benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an were rakirin, bi piraniya li Meclîsê re destûra bingehîn were guhertin, girtiyên nexweş tavilê werin berdan, li ser bingeha 10 xalên Ocalan pêşkêş kiriye xebatên ji bo destûra bingehîn a nû werin destpêkirin."

'LI DIJÎ DÎKTATORIYA AKP'Ê HÊZA YEKANE HDP YE'

Sayin, hilbijartinên parlamenteriyê yên 7'ê Hezîranê û girîngiya HDP'ê ji bo gelan jî nirxand. Sayin da xuyakirin ku her mirovên li Tirkiyeyê li derve hatine hiştin û mexdûr bûne xwe di nava HDP'ê de dîtine û destnîşan kir ku di rewşa heyî de li dijî dîktatoriya AKP'ê yekane hêz HDP ye. Sayin ragihand ku bi qasî serketina SYRIZA ya li Yewnanîstanê mezin nebe jî, derbasbûna HDP'ê ji bendê, wê modela Tirkiyeya nû ava bike û got, "HDP projeya avakirina Tirkiyeya nû ye. Di serî de çepgir, sosyalîst, her kesên bûne mexdûrê partiyên siyasî, divê daxwazên xwe di nava HDP'ê de bicivînin û têbikoşin."

'YEKANE HÊZA AKP'Ê DITIRSÎNE HDP YE'

Sayin propagandayên îdîa dikin ku HDP'ê bi AKP'ê re li hev kiriye nirxand û diyar kir ku ji ber HDP yekan hêza demokratîk a AKP'ê ditirsîne ye, ev propaganda tên kirin. Sayin got, "Eger li kevneşopiya siyasî ya tevgera azadiyê û şopdarên wê were temaşekirin, wê were dîtin ku ev propaganda dûrî mejiyê mirovan e." Sayin diyar kir ku gelan yekemcar di hilbijartinên Serokkomariyê de gelan polîtîkaya Tirkiyeyîbûnê bi HDP'ê re dîtine û pejirandine û got, "Em dibêjin di vê hilbijartinê de em ê bendê bi hêsanî derbas bikin. Bi bandora serketina Kobanê re bi dengên ji Kurdistan û Tirkiyeyê re were em ê bendê derabs bikin. Bi polîtîkaya HDP'ê re gelan ji xwe re qadeke îfadekirinê dîtin. Û em dizanin ku em çiqasî bi xurtî têkevin meclîsê, pirsgirêk jî wê ewçend bi lez çareser bibin."

Sayin her wiha dek û dolabên heta niha ji aliyê hikûmetê ve di hilbijartinan de hatine kirin bibîr xist û diyar kir ku di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser mlê her kesî. Sayin destnîşan kir ku li dijî fenên werin kirin, girîng e HDP navendên xwe yên jimartinê ava bike.