Ji Îtalyayê delegasyona ji 136 kesî wê beşdarî Newrozê bibe
Ji Îtalyayê, akademîsyen, endamên sendîkayê, nûnerên tevgera jinê û şaredar jî di nav de delegasyona ji 136 kesî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Bakurê Kurdistanê bibe.
Ji Îtalyayê, akademîsyen, endamên sendîkayê, nûnerên tevgera jinê û şaredar jî di nav de delegasyona ji 136 kesî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Bakurê Kurdistanê bibe.
Ji Îtalyayê, akademîsyen, endamên sendîkayê, nûnerên tevgera jinê û şaredar jî di nav de delegasyona ji 136 kesî wê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Bakurê Kurdistanê bibe. Heyetên ji Îtalyayê wê li 6 bajaran beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin û bi DBP, HDP, KCD û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtinan bikin.
Heyeta destpêkê ya ji 34 kesî ya delegasyona ji 136 kesî, wê beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Pirsûsê bibe. Koma duyemîn a komê ya ji 102 kesî jî wê îro li Kurdistanê be.
Di nava delegasyonê de şaredar, endamên meclîsa şaredariyan, nûnerên CGIL (Confederaziona Generale İtalia del Lavoro) a li Îtalyayê xwedî toreke rêxistinbûyînê ya berfireh e, Konfederasyona COBAS'ê, Sendîkaya Karkerên Metal FÎOM, ji rêxistinbûyînê herî zêde derdikevin pêş ARCÎ, Yekîtiya Parêzeran a Demokratîk (Giuristi Democratici), Baskê Partiya Komunîst ê Ciwanan û tevgerên jinan cih digirin. Her wiha, doktro, xwendekarên zanîngehê û endamên rêxistinên cuda yên sivîl di nava heyetê de cih digirin.
WÊ LI 6 BAJARAN BEŞDARÎ PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ BIBIN
Koma girseyî ya ji bajarên Îtalya Roma, Torîno, Mîlano, Bologna, Pordenone, Genova, Sîcîlya, Sardegna, Alessandrîa tevlî delegasyonê bûye, di çarçoveya bernameya hefteyekê de wê li gelek bajarên Kurdistanê ziyaretan bike. Delegasyon wê bi 7 heyetên cuda re li 6 bajaran danûstandinan bike.
Endamên delegasyonê wê tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên li Êlih, Wan, Colemêrg, Riha û Çewlikê bibin. Heyeta herî girseyî ya delegasyonê jî wê şahidiyê ji Newroza Amedê re bike.
DELEGASYON WÊ BI NÛNERÊN PARTÎ Û SAZIYAN RE HEVDÎTINÊ BIKE
Heyetên delegasyona Îtalyayê wê bi TUHAD -DER, TUHAD-FED, MEYA-DER , ÎHD, Komeleya Jinê ya Selîs û Dayikên Aştiyê re hevdîtinê bikin. Şaredariyên Êlih, Erdîş, Dep û Wêranşarê jî wê malovaniyê ji komên delegeasyonê re bikin.
Delegasyona ku wê xebatên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, Navenda Çandê ya Wêranşarê bişopîne, wê li Riha, Çewlik û Amedê bi nûnerên DBP, HDP û KCD'ê re rûnê.
Beşek ji heyetan jî wê li Amed, Êlih û Wêranşarê kampên Êzidî lê dimînin, ziyaret bike.
RAWESTGEHA DAWÎ PIRSÛS E
Rawestgeha dawî ya heyetan wê Pirsûsê be ku zêdeyî 6 meh in destekê dide berxwedana li Kobanê. Endamên heyetê wê li vir wargehên Rojava, Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya ziyaret bikin û li gelê li benda vegera Kobanê ye, guhdarî bike.