Dayikên Aştiyê: Tiştek bi pêşmergeyan bê em ê cîhanê bi ser wan de hilweşînin

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bal kişandin ser nûçeyên dibêjin 'DAIŞ dibe ku pêşmergeyên dîlgirtî qetil bikin' û gotin, "Weke gelê kurd em ê cîhanê bi ser wan de hilweşînin."

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bal kişandin ser nûçeyên dibêjin 'DAIŞ dibe ku pêşmergeyên dîlgirtî qetil bikin' û gotin, "Weke gelê kurd em ê cîhanê bi ser wan de hilweşînin."

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, der barê îdîayên ku dibêjin 'DAIŞ wê 21 pêşmergeyên dîl girtiye di Newrozê de bişewitîne û qetil bike' de civîneke çapemeniyê lidar xist.

'GELÊ KURD WÊ CÎHANÊ BI SER WAN DE HILWEŞÎNE'

Aktîvîsta Meclîsa Dayikên Aştiyê Mûhsîne Yilmaz li civînê peyivî û got, "Eger pêşmergeyan qetil bikin, gelê Kurd wê vê cîhanê bi serê wan de bîne xwarê." Yilmaz got, "Bila hemû cîhan vê bizanibe, em ê ti carî destûrê nedin vê. Yên destekê didin wan jî bila vê baş bizanibin. Em ê cîhanê bi serê wan de hilweşînin!"