Çûyina Kobaniyan ji bo axa xwe berdewam dike
Kobaniyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man ji cih û warên xwe derkevin, êdî li warê xwe vedigerin.
Kobaniyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man ji cih û warên xwe derkevin, êdî li warê xwe vedigerin.
Kobaniyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man ji cih û warên xwe derkevin, êdî li warê xwe vedigerin. Kobaniyên ku di deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re vegeriyan Kobanê, poşmaniya xwe ya ji bo çûyina Tirkiyeyê nîşan dan û kêfxweşiya vegera axa wan li rûyê wan diyar bû.
Kobaniyên ku neçar man ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dest ji cih û warê xwe berdin, êdî ref bi ref tên Kobanê. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞê ku beriya 6 mehan li hemberî Kantona Kobanê ya Rojava dest pê kirin, bi deh hezaran kes neçar man ku dest ji cih û warê xwe berdin û derbasî Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê bibin, êdî li axa xwe vedigerin. Kêfxweşiya Kobaniyan a ji bo vegera Kobanê li ser rûyê wan diyar dike. Her roja ku diçe vegera Kobaniyan a ber bi cih û warên xwe ve zêdetir dibe. Beşek ji van penaberan ji ber dewleta Tirk nehişt alîkarî bigihe wan, neçar man di kampên AFAD’ê de bi cih bibin.
Piştî mêvaniya bi heman, îro jî beşek ji Kobaniyan di deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê re vegeriyan malên xwe. Kobaniyên ku karûbarên xwe yên fermî li aliyê Tirkiyeyê çêkirin, bi tiştên xwe ve vegeriyan Kantona Kobanê. Nasnameya kesên vegeriyan Kobanê ji aliyê rêveberiya Kantona Kobanê ve hatin qeyidkirin. Malbatên ku karûbarên qeydê bi dawî kirin, piştre bi tiştên xwe ve li wesayitan hatin siwarkirin û hinek ji wan jî barê xwe dan pişta xwe û vegeriyan malên xwe.
DI ÇEND SAETAN DE HEZAR Û 800 KES VEGERIYAN
Li gorî agahiyên peywirdarên deriyê snîr dane, di nava çend seatan de hejmara kesên vegeriyan Kobanê gihişt hezar û 800 kesî. Tê payin ku ev hejmar ber bi saetên danê êvarê ve zêdetir bibin.
Kesên ku malên wan li navenda bajêrên vegeriyan malên xwe û yên ku li gundan jî dijîn, ji ber xeteriya mayinan a li gundan, destûr ji rayedaran girtin û piştre berê xwe dan gundên xwe. Gelê gundên ku ji mayinan nehatine paqijkirin jî li Mala Gel hatin bicihkirin.
RÛKENIYA WAN
Piştî bi mehan Kobanî careke din vegeriyan ser cih û warê xwe. Kobaniyên ku li rastî gelek zorî û zehmetiyan hatin bi awayeke kêfxweş hatin Kobanê û rûgeşiya li ser rûyê wan xwe dida der. hevokên pêşî ji devê kesên vegeriyan Kobanê têkildarê poşmaniyê bûn.
Kobaniyan da zanîn ku her çendî neçar mane ji cih û warê xwe derbikevin, careke din diyar dikin ku ji ber ku wana dest ji cih warê xwe berdeane poşman in. Gelê Kobanê malavahiya kesên ku alîkariya wan kirine, deriyê xwe ji wan re vekirine û piştgirî dane wan kirin.
Deriyê sînor rojên Duşem, Çarşem û Îniyan vekirî ye. Ji ber wê jî tê payin ku gelê Kobanê yê ku maye bi awayekî girseyî derbasî Kobanê bibe.