Oker: Dengê Elewiyên li Ewropayê ji HDP'ê re ye

Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê Tûrgût Oker diyar kir ku Elewiyên li Ewropayê wê di hilbijartinan de destekê bidin HDP'ê û bang li hemû hêzên çep, soyalîst û demokrat kir ku destekê bidin HDP'ê.

Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê Tûrgût Oker diyar kir ku Elewiyên li Ewropayê wê di hilbijartinan de destekê bidin HDP'ê û bang li hemû hêzên çep, soyalîst û demokrat kir ku destekê bidin HDP'ê.

Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê Tûrgût Oker û rêveberên yekîtiyê li Navenda Giştî ya HDP’ê bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re têkîldarî hilbijartinan civînek lidar xist û piştî civînê daxuyanî da. 

Oker bilêv kir ku hevdîtin têkîldarî hilbijartinan bû û got: "Me têkîldarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, nêrînên Elewiyên li Ewropayê dijîn û saziya me ya temsîla wan dike parve kir. Bi qasî milyonek û nîv Elewî li Ewropayê dijîn û li Ewropayê cara yekem koçberên li wir dijîn wê dengên xwe bi kar bînin. Ji ber vê yekê jî hilbijartina ku wê di 7’ê Hezîranê de pêk bê ligel ku em li Ewropayê dijîn jî bû parçeyeke rojeva me." 

Oker da zanîn ku ji bo hêviyên Elewiyên li Ewropayê dijîn derxînin holê beriya 2 rojan bi wan re civînek lidar xistine û wiha berdewam kir: "Roja Şemiyê me serok û nûnerên 265 şaxên xwe yên li Ewropayê gazî Frankfurtê kir. Di civînê de rojevek tenê hebû; Elewî û di 7’ê Hezîranê de wê helwesta me çi be, delege û nûnerên me ji serî 99.9 biryar dan ku di hilbijartinan bi HDP’ê re hevkariya stratejîk bê kirin û ji bo ku HDP bikaribe bendê derbas bike, Elewî li cem HDP’ê be.”

Oker bang kir ku li Tirkiyeyê ji bo ku dîktatoriya Erdogan dernekeve holê, dîktatoriya yek zilam nekeve jiyanê dengan bidin HDP’ê û wiha axivî: "Ji bo ku pêvajoya pêşiya me wekî 12 salên me derbas kir tarî nebe, zarokên me li kolanan neyên qetilkirin, derbaskirina HDP’ê ji bo welat û pêşeroja me ezmûneke girîng e. Em gaveke ku civaka me hesreta vê yekê ye dibînin." Oker bang li hemû çepgir, sosyalîst, demokrat û azadîxwaz ên Tirkiyeyê jî kir û xwest di hilbijartinan de piştgiriyê bidin HDP’ê.