Qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê bi merasîma leşkerî hatin bîranîn

Li Qendîlê ji bo bîranîna mirovên di Komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.

Li Qendîlê ji bo bîranîna mirovên di Komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros li merasîmê peyivî û got, "Eger em naxwazin gelê Kurd bi hovîtiyên bi vî rengî re rû bi rû bimînin, hingî pêwîstiya me ji nan û avê bêhtir bi yekîtiyê heye."

Di salvegera Komkujiya Helepçeyê de li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Tevî endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros, Endama Rêveberiya KJK'ê Newroz Şemzînan, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Elî Piling, ji fermandarên YJA Starê Jînda Çayan, bi sedan gerîla di merasîmê de amade bûn.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros di axaftina xwe ya li vir de, hemû hêzên di Komkujiya Helepçeyê de cih girtine şermezar kir û di kesayetiya şehîdên Komkujiya Helepçeyê de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr anî.

Zaxo Zagros got, "Di ser Komkujiya Helepçeyê re 27 sal derbas bûn. Lê belê mîna ku duh qewimiye, li pêşiya me radiweste. Ev komkujî di dil û mejiyê gelê Kurd de weke birîneke xwîn jê tê hînê teze ye." Zagros ragihand ku ev komkujiya li Helepçeyê rû da weke rûreşiyê di dîroka mirovahiyê de cih girt û got, "Gelê Kurd ev hovîtî û komkujiya li derveyî mirovahiyê ti carî ji bîr nekir û wê ji bîr neke. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em, ji bîrkirina vê komkujî û hovîtiyê weke xiyanetê dibînin."

'KURD HÎNÊ JI QIRKIRINÊ RIZGAR NEBÛNE'

Zagros anî ziman ku zîhniyetê neteweperest, mezhebîperest û zayendîperest, di serî de gelê Kurd komkujî aniye serî hemû gelan û got, "Di sedsala 20'an de hêzên desthilatdar, mêtînger û kapîtalîst, ji bo berjewendiyên xwe biparêzin tifaqên qirêj kirin û komkujiyên bi vî rengî pêk anîn. Ev mejiyê qetlîamkar îro di bin sîwanê DAIŞ'ê de ji aliyê rejîmên Îran, Tirkiye û Sûriyeyê ve tê meşandin. Li Kurdistanê gelê Kurd ji qirkirinên siyasî, çandî û fîzîkî hînê rizgar nebûye."

'KURD YEK BÛNA WÊ KOMKUJIYÊN BI VÎ RENGÎ NEBÛNA'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros da xuyakirin, ku weke tevgera PKK'ê ji bo Helepçe, Şengal û Roboskiyên nû rû nedin, daxwaz û armanca wan a bingehîn avakirina yekîtiya KUrdan e û got, "Hewldanên parçekirina tevgera siyasî ya Kurd, hewldanên ji bo ji nû ve rûdana van komkujiyan e. Eger gelê Kurd di nava yekîtiyeke rêxistinbûyî de bûya, xwedî hêzeke parastina cewherî ya hevpar bûya, Komkujiya Şengalê rû nedida û wê ji Komkujiya Helepçeyê dersên mezin bihata derxistin."

Zaxo Zagros diyar kir ku ji bo ev komkujî careke din rû nedin û gelê Kurd li hovîtiyên bi vî rengî re rast neyê, pêwîstiya wan ji nan û avê bêhtir bi yekîtiya neteweyî heye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kr: "Ji bo komkujiyên bi vî rengî dubare nebin, divê bi gelên li Rojhilata Navîn re parvekirin û tifaqeke xurt bê kirin. Ji bo pêkhatine yekîtiya neteweyî ku hesreta gelê Kurd, girîng e her kes bi berpirsyarî rabe. Pêşîgirtina li Helepçeyên nû bi vî rengî dibe. Bi vê wesîleyê em mirovên xwe yên di Komkujiya Helepçeyê de jiyna xwe ji dest dane bibîr tînn û soza xwe dubare dikin ku bi meşa di şopan wan de em ê azadiyê pêk bînin."