Li Stockholmê ji bo Kobanê galaya enternasyonal hat lidarxistin

Li paytexta Swêd Stockholmê duh êvarê bi armanca piştevaniya Kobanê galayek enternasyonal ku ji welatên cuda hunermend tevlî bûn pêk hat.

Gala, li Avahiya Çandê (Kulturhuset) ya Qada Sergel pêk hat. Ji Swêd, Kurdistan, Îran, Tirkiye, Îsraîl, Latîn Amerîka, Erebistanê hunermend tevlî bûn û bo kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane stran û helbest xwedin. Ji bo Kantonên Rojava û Kobanê peyamên piştevaniyê hatin dayîn.

Pêşkêşvaniya Galayê Parlamentera Partiya Çep a ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabaveh kir. Kakabaveh di axaftina vekirinê de diyar kir ku jinên Kurd ên li Kobanê di dema Esad de ne welatiyên Sûriyeyê bûn, nasnameya wan jî tinebû û piştî Kantonên Rojava hatin avakirin xwe rêxistin kirin û çekên xwe hilgirtin.

JINÊN KURD BERXWEDANEK MEZIN NÎŞAN DAN

Kakabaveh da zanîn ku li Kobanê jinên Kurd li dijî çavsoriyê berxwedanek bi heybet nîşan dane û berxwedaneke bi vî rengî bi saya gelê Rojava pêş ketiye û darbeyên cidî li çeteyên DAIŞ’ê dixin.

Kakabaveh bi lêv kir ku Kobanê ji çeteyan hat paqikirin lê ji bo ku Kobanê biguhere bajarekî ku mirov dikarin azad lê bijîn gelek tiştên bên kirin hene û got: “ Şer ligel Kobanê li gelek cihên Sûriyeyê rê li ber hilweşîn û trajediyên mezin vekir. Fatureya şer herî zêde li jin û zarokan hat birîn.”

Kakabaveh komkujiya Halepçeyê ya di 16’ê Adara 1988’an de pêk hat jî bibîr xist û got ku dîroka Kurdan bi komkujiyan tijî ye.

Rêvebera Kulturhuset Katta Palsson jî di axaftin xwe de da zanîn ku wan bi armanca piştevaniya gelê Kobanê re galeyek wisa pêk aniye û hemû hunermend bê pere tevlî şevê bûne û pereyên bên berhevkirin wê ji bo Kobanê bişînin.

Hunermendê Kurd Farîborz Fakharî derket ser dikê û sakfon lê da.  Niştî Sterk jî got ew zarokekî Kurde û  pirsgirêkên ku di biçûkatiya xwe de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jiyaye vegot.

STRANA JI BO ARÎN MÎRXAN XWEND

Hunermend Necmeddîn Xulamî jî strana ku ji bo Arîn Mîrxan çêkiribû yekem car di di vê galayê de got.

Hunermendê Îranê Behrang Mîrî, êrîşên li ser  gelê Kurd, Asûrî û Êzidiyan şermezar kir û straneke hîp hopê ya ku berxwedana Kobanê dikir mijar striya.

Serokê Foruma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Lîvh û ji însiyatifa Aştiya Jinan Latîfe Fegan çavderiyên xwe yên li Pirsûsê ji temaşevanan re vegotin. Diyar kirin ku alîkariyên ji bo Kobanê tên ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo Kobaniyan nayê belavkirin û banga piştevaniya ji bo Kurdên li Pirsûsê dijîn hat kirin.

Hunermend  Bengt Berg, Jan Hammarlund, Zinah Pirzadeh, Jenny Wrangborg, Dror Feiler, Stina Oscarsson, Bello Ciao, Gissoo Shakeri, Arezo Aref  û koma Çar Xwişkan a Şahîn stranên xwe gotin.

AGIRÊ AZADIYÊ HILDAN

Hunermendê Yahdudî Dror Feîler ku ji Îsraîlê ye ji ANF’ê re axivî, got ku ji bo kesên li Kobanê li ber xwe didin û jiyana xwe ji dest dane strana ‘agirê azadiyê hildan’ çêkiriye. Feîler da zanîn ku kesên Kobanê li ber xwe didin û yên şehîd ketine agirê azadiyê hildane û got: “Wan di dîrokê de cihê xwe girtin.Qehremaniyek mezin nîşan dan. Di vê berxwedanê de rola jinan girîng e. Jin û mêran bi hev re têkoşîn meşand. Ez îro gelek serbilindim ku tevlî vê galayê bûme. Di heman demê de xemgînim; ji ber ku îro salvegera Komkujiya Halepçeyê ye.”

Hunermendê Kurd Necmedîn Xulamî pirsên me bersivand û diyar kir ku divê şervanên azadiyê neyên jibîrkirin û got peywirek girîng dikeve ser milê hunermendan ku şervanan ragîhinin nifşê nû.

JINÊN KURD HER CUREYÊ PIŞTIRIYÊ HEQ DIKE

Niştî Sterk jî got ku jinên Kurd ên Kobanê ne bi tenê ne û her cure piştgiriyê heq dikin.

Amîneh Kakabaveh jî got: “Sînorê piştevaniyê tine. Jinên Kurd her cure piştgiriyê heq dikin. Ew bombeyên li Kobanê teqiyan bûn. Bandora wan li hemû cîhanê kir. Li dijî her cure êrîşê têkoşîn meşandin.”