Li Kobanê agirê Newrozê wê li Miştenûrê bê hildan
Kobaniyên ku Newroza îsal li qûntarê Girê Miştenûr pîroz dikin, agirê Newrozê wê li lûtkeya Miştenûr gûr bikin.
Kobaniyên ku Newroza îsal li qûntarê Girê Miştenûr pîroz dikin, agirê Newrozê wê li lûtkeya Miştenûr gûr bikin.
Kobaniyên ku Newroza îsal li Girê Miştenêr ê di berxwedana li dijî çeteyan de pevçûnên dijwar lê rû dan, pîroz dikin, agirê Newrozê wê li lûtkeya Miştenûr gur bikin. Di 21’ê Adarê de bi qada Newrozê re wê her cadeyên bajar bi wêneyên şervanên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bê xemilandin û her wiha ji bo Newroza Pirsûsê jî silav bikin wê biherikin sînor.
Kobaniya ku di berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyan de navê xwe bi hemû cîhanê da bihistin, vê carê xwe amade dikin ku serketinê di 21’ê Adarê de di Newrozê de tacîdar bikin. Der barê vê de bi rojane amadekarî tên kirin û beşeke mezin a xebatan temam bû. Li gorî bernameya ku KCD, HDP û DBP’ê amade kiriye, yekem agirê Newrozê yê li Bakurê Kurdistanê pêk tê li Pirsûsê tê hildan. Li gundê Etmenek îro pîrozbahî pêk tê û agirê Newrozê wê Kobanê germ bike.
Kobaniyî ji bo pîrozbahiya ku wê li sînor pêk bê wê biçin Taxa Kaniya Kurdan û li aliyê din yê sînor pîrozbahiyê silav bike.
Piştî silavkirinan, Kobaniyî wê li qûntarê Miştenûr 21’ê Adarê agirê Newrozê gûr bikin. Kobaniyî bi vî awayî piştî berxwedana bi heybet û azadiya xwe ku bi xwîna xwe tescîl kirin wê yekem Newrozê pîroz bikin.
Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Ahmet Şêxo da zanîn ku ji bo pîrozbahî bê kêmasî pêk bên, xebatên xwe bê navber dimeşînin û girîngiya Newroza Kobanê vegot.
WÊ NEWROZA PIRSÛSÊ BÊ SILAVKIRIN
Ahmet Şêxo da zanîn ku gelê Bakurê Kurdistanê bi armanca silavkirina berxwedana Kobanê li gundê Etmenek wê Newrozê pîroz bikin û ji bo bersivê bidin wan wek Komîte bang li hemû gel kirine ku biherikin sînor û got: “Ji roja ku berxwedana Kobanê destpêkir heta niha li sînor nobet tên girtin û niha li wê qadê Newroz tê pîroz kirin. Ev wateya wê girîng e. Ji bo em bersivê bidin vê em ê biherikin sînor.
Şêxo got ku Newroza îsal li Kobanê tê pîrozkirin li gorî salên din cudatir e û berxwedana dîrokî ya li Kobanê hat nîşandan, Newroza îsal cuda nîşan dide.
PÎROZBAHÎ WÊ BÊ KÊMASÎ BE
Şêxo anî ziman ku ji bo ev Newroz bê pirsgirêk pêk bê çi ji destê wan bê dikin û bi hemû derfetên xwe seferber bûne û komîsyon ava kirine û got, "Ji bo gelê me bê pirsgirêk tevîi pîrozbahiyan bibe em pergaleke ku dikare pîrozbahî pêk bê ava kir. Şêxo anî ziman ku li qadê di rewşa ku pirsgirêk bê jiyîn de xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê wê amade bin."
CADE Û KOLAN WÊ BI WÊNEYÊN BERXWEDÊRAN BÊ XEMILANDIN
Şêxo wiha got: “Li aliyê din jî li qada ku wê Newroz pêk bê û li kolanên Kobanê wê wêneyên şervanên jiyana xwe ji dest dane, al û rengên kesk, sor û zer bên daliqandin.
Ligel gelê me wê mêvanên me yên surprîz jî hebin. Em amade ne ku her kesê ji derveyî Kobanê tên bikin mêvan.
PEYAMA OCALAN JI BO ROJHILATA NAVÎN GIRÎNG E
Sala 2015’an ne tenê ji bo Kobanê, ji bo hemû Kurdan dîrokek e. Ji ber vê Newroza tê pîrozkirin gelek girîng e. Hêviya me eve ku kevoka aştiyê ya ku Abdullah Ocalan di meha Adarê de difirîne bigihêje cihê xwe û hemû gel xwedî li vê pêngavê derkevin. Ne tenê gelê Bakurê Kurdistanê divê hemû gelê Rojhilata Navîn xwedî li peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newrozê de dişîne xwedî derkeve.”