Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku divê Newroza 2015'an bibe Newroza avêtina gavên ji bo pêkhatina jiyana azad û civaka demokratîk û destnîşan kir, ku ev yek jî bi yekîtiyê, bi têkoşîneke hevpar dibe. Kalkan got, "Çawa ku Newrozê beriya niha bi 2 hezar 500 salî bi tifaqê li hemberî zalimê herî mezin bi ser ket, azadî afirand, niha jî dikare heman tiştî bike. Ji bo vê, hişmendî û ruhê azadiyê divê. Cesaret û fedekarî dibê. Û tifaq pêwîst e. Tifaq gelekî girîng e. Gelekî girîng e hêzên demokratîk, gel, kedkar, jin û ciwan di bernameyeke azadî û demokrasiyê de li hev bicivin û têbikoşin. Ruhê Newrozê vê yekê dixwaze. Polîtîkay Newrozê vê ferz dike. Bi vê ve girêdayî ye ku Newroz bibe pêngaveke nû."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, di bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE de bersiv da pirsên Ersîn Çelîk.
'DUH FAŞÎZMA SADDAM ÊRÎŞ DIKIR, ÎRO JÎ FAŞÎZMA DAIŞ'Ê ÊRÎŞ DIKE'
Kalkan di destpêka axaftina xwe de qetlîamkarên Helepçeyê lanet kir û jin, mêr, ciwan, extiyar, zarok hemû şehîdên Helepçeyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr zanî. Kalkan diyar kir ku ev qirkirina li Helepçeyê, komkujiya herî hov a hatiye serê Kurdan e û got, "Yên duh bi Komkujiya Helepçeyê êrîş kirin îro weke faşîzma DAIŞ'ê dîsa li Germiyan, Kerkûk, Celewla, Şengal û Rojava êrîş dikin. Yê duh êrîş kir faşîzma Saddam bû, îro jî faşîzma DAIŞ'ê êrîş dike. Wateya van êrîşan bi heman rengî ye, êrîşkar jî hevpar in. Li dijî vê berxwedan jî hevpar e."
Kalkan da xuyakirin ku Komkujiya Helepçeyê bûyerekî gelekî zehmet û bi êş bû, lê di heman demê de li Bakurê Kurdistanê di kesayetiya PKK'ê de di afirandina berxwedanê, xurtbûna gerîla, derketina hêrsa mezin û biryardariya têkoşînê de rol lîst.
Kalkan destnîşan kir, ku têkoşîna gerîla ya di sala 1984'an de destpê kir, ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdên Helepçeyê mezin bû, belav bû, bi pêş ket û hat heta roja îro û got, "Di nava PKK'ê de, di nava gerîla de bîranîna şehîdan hat jiyîn.
'GIRÎNG E JINÊN LI TIRKIYEYÊ TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ YA KURDISTANÊ BAŞ FÊM BIKIN'
Kalkan bal kişand ser çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê jî û diyar kir ku çalakiyên îsal dîrokî bûn. Kalkan da xuyakirin ku girîng e jinên li Tirkiyeyê, rastiya şoreşa azadiya jinê ya li Kurdistanê baş fêm bikin û got, "Bi xeta bîrdozî, rêxistinî û têkoşînê re hîn bêhtir bibin yek. Ev yek wê bibe azadiya jinê, azadiya Kurdan û azadiya hemû bindestên li Tirkiyeyê. Ev têkoşîna hevpar wê li ser bingeha azadiya jinê civakeke demokratîk derxîne holê. Li ser vê bingehê di kesayetiya rêhevala Sarya de hemû hevalên şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînim, ji her kesên têdikoşin re serketinê dixwazim."
'NEWROZ BI PKK'Ê BEDEW E'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di kesayetiya Mazlûm Dogan de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û cejna azadiyê Newroz pîroz kir. Kalkan diyar kir ku bi qasî Newrozê cejneke ewçend kevin di dîrokê de nîne û anî ziman ku newroz ne cejneke azadî jê re hatiye bexşkirin, cejna bi têkbirina zaliman re bidestxistina azadiyê ye.
Kalkan da xuyakirin ku bi Mazlûman, Mahsûman, Kawayên Hemdem Zekiye, Bêrîvan û Ronahiyan Newroz ji nû ve hat afirandin û bi vî ruhê Newrozê, gelê Kurd veguherî gelê Newrozê û got, "Weke neteweya demokratîk, bi vî ruhî re li hemberî faşîzma DAIŞ'ê ya bûye belayê serê gelên Rojhilata Navîn têkoşîn tê meşandin. Ew ruh çi bû: Ruhê azadî û berxwedanê ye."
Kalkan gotina "Newroz bi PKK'ê re bedew e, watedar e" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û got, "PKK'ê Newroz kir Newroz. Bi vî rengî her Newroz ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîran, her tim bû pêngaveke nû, pêngaveke azadiyê."
'NEWROZ ÎSAL LÊGERÎNA LI HÊVIYEKE NÛ, PÊNGAVEKE NÛ YE'
Kalkan bal kişand ser deklarasyona aştî û demokrasiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de aşkera kir û anî ziman ku vê deklarasyonê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rê li ber hêviyeke mezin vekir.
Kalkan got, "Di nava van du salên derbasbûyî de, li ser bingeha vê deklarasyonê pirsgirêka Kurd dikarîbû bihata çareserkirin, Tirkiye dikarîbû demokratîk bibûya, li Rojhilata Navîn, li Kurdistan û Tirkiyeyê dikarîbû pêşketin rû da. Êrîşkariya mîna faşîzma DAIŞ'ê dikarîbû derneketibûya. Ji ber ku ev baş nehat nirxandin, gef û xeterî îro zêde bûne. Ev gef ne tenê li hemberî Kurdan e."
Kalkan diyar kir ku Newroza îsal, li dijî helwestên ku du salên bihurî baş nenirxand, lêgerîna li hêviyeke nû, li pêngaveke nû ye û destnîşan kir ku 'Pêşnûmeya Pêvajoya Muzakereyê ya Demokratîk û Aştiyê' ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Mijdara 2014'an da eşkara kir, gaveke bi vî rengî bû.
'77 MÎLYONÊN LI TIRKIYEYÊ DIJÎN LI BENDA PEYAMA RÊBER APO NE'
Kalkan ragihand ku ev yek jî deklarasyoneke gelekî girîng bû û got, "Dewamkirina deklarasyona Newroza 2013'an bû. Daxuyaniya 28'ê Sibatê ya li Dolmabahçe ya bi heyeta HDP'ê re hat kirin, rojanekirin, şênberkirina vê yekê bû. Niha her kes di vê Newrozê de li ser vê bingehê li benda pêngaveke nû ye. Di vî warî de bal li Îmraliyê ye. Her kes li bendê ye, 77 mîlyon mirovên li nava sînorên TC dijîn li benda peyama hêviyê ya ji Îmraliyê ji Rêber Apo were ye. Cihgirtina di rewşeke bi vî rengî baş e. Rêber Apo eger bi qasî serê derziyê derfetê bibîne, ew ê vê yekê ji bo azadî, demokrasî û aştiyê binirxîne. Bila gumana kesî ji vê tienbe. Ji xwe bi pratîka xwe re vê yekê îspat dike."
'YÊ PIRSGIRÊK NAFIRAND NE RÊBER APO YE, YÊ DIXWAZE ÇARESER BIKE RÊBER APO YE'
Kalkan diyar kir ku pirsgirêk ne pirsgirêkeke ku bi tenê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were çareserkirine û got, "Yê pirsgirêk afirand ne Rêber Apo ye, yê hewl dide çareser bike Rêber Apo ye. Yên pirsgirêk afirand û dewam dikin divê êdî bên însafê, rastiyan bibînin. Yên ji Rêber Apo ji Îmraliyê li benda bendewariyane, ji bo Rêber Apo veguhere hêza çareseriyê, ji bo karibe rola xwe bilîze divê ji hin derdorên din jî tiştan bixwazin ku bikin."
Kalkan da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di 28'ê Sibatê de bang kir, bê guman wê bangên nû jî bike û anî ziman ku eger tê xwestin gav were avêtin, tê xwestin Newroz bibe pêngaveke nû, divê firsend were dayîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêrînên xwe bi awayekî berfireh aşkera bike.
Kalkan anî ziman ku ji bo vê yekê diviyabû rojnamevan biçûna Îmraliyê, bi deng û dîmen karibûna hevdîtin bikira û destnîşan kir ku ew di nava lêgerîna çareseriyeke mezin de ne û nûbûn û pêşketin jî bi vî rengî dikare bibe.
'RUHÊ NEWROZÊ TIFAQA GELAN Û HÊZÊN DEMOKRATÎK FERZ DIKE'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di vê mijarê de ev xal destnîşan kir:
"Ji bo jiyana azad û civaka demokratîk ne weke teorî, polîtîka û xeyalekê bimîne, ji bo gav bi gav bicih were anîn û bibe rewşeke were jiyîn, divê Newroza 2015'an bibe Newroza têkoşîna hevpar. Çawa ku Newrozê beriya niha bi 2 hezar 500 salî bi tifaqê li hemberî zalimê herî mezin bi ser ket, azadî afirand, niha jî dikare heman tiştî bike. Ji bo vê, hişmendî û ruhê azadiyê divê. Cesaret û fedekarî dibê. Û tifaq pêwîst e. Tifaq gelekî girîng e. Gelekî girîng e hêzên demokratîk, gel, kedkar, jin û ciwan di bernameyeke azadî û demokrasiyê de li hev bicivin û têbikoşin. Ruhê Newrozê vê yekê dixwaze. Polîtîkay Newrozê vê ferz dike. Bi vê ve girêdayî ye ku Newroz bibe pêngaveke nû."